Ji nêzî 100 saziyên hawîrdorparêz banga Heskîfê

Nêzî 100 saziyên hawîrdorparêz li dijî Bendava Ilisûyê ku rejîma AKP'ê wê Heskîfê di bin avê de bihêle, bang kirin û gotin bêyî ku bi derengî bikeve tevbigerin.

Bi 10'ê Hezîranê re wê av biçe ser Bendava Ilisûyê ku wiha wê Heskîfa 12 hezar salî di bin avê de bihêle.

Hewldana Jiyandina Heskîfê bi navê, ''Ji bo xilaskirina Heskîfê û Geliya Dîclê ne dereng e'' bang kir. 87 saziyan destek da bangê.

Di bangê de giringiya çandî û dîrokî ya Heskîfê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Projeya   Ilisûyê ji destpêkê ve şaş e û projeya hilweşandinê ye''.

Her wiha hate gotin, weke ku tê gotin ti sûda sosyo-akonomîk ya projeyê li civakê tine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev projeya Ilisûyê wê pirrengiya zindiyan a Geliya Dîclê tine bike û her wiha wê bibe sedem ku gelek bajarên Iraqê nikarin ava vewarinê peyda bikin. 

Di daxuyaniyê e hate gotin heke projeya Bendava Ilisûyê were betalkirin, di serî de 5 bajarên ku rasterast jê karîger dibin wê sûda aborî, sosyal, çandî û ekolojîk li civakên Kurdistanê, Tirkiyê û Iraqê bibe û bang li hikûmeta Tirk hate kirin Projeya Ilisûyê rawestînin.