Pirsgirêkên giran ên tenduristiyê li çalakgeran rû dane

Dr. Fahrettîn Gulşen 5 mehên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê nirxand û got, çalakgeran gelek kîlo li xw ekêm kirine û heta pirsgirêkên norolojîk gelek nexweşî li wan derketine holê.

Dr. Fahrettîn Gulşen ji roja destpêkê ve greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Strasbourgê dişopîne. Gulşen 5 mehên çalakiyê ji ANF'ê re nirxand. Gulşen anî ziman, hin çalakgeran heta bi 30 kîloyî li xwe kêm kirine.

Dr. Gulşen got, "Çalakgeran 150 roj li pey xwe hiştin. Bêguman ev ne pêvajoyeke hêsan bû, gelek pirsgirêkên giran derketin pêşiya wan. Bi moral û motîvasyoneke bilind hewl dan li dijî pirsgirêkên tenduristiyê li ber xwe bidin û xwe gihandin vê demê.

Hin çalakgeran heta bi 30 kîloyî li xwe kêm kirine. Hinekan 19-22 kîlo, hinekan jî zêdetir kîlo li xwe kêm kirine. Herî zêde çalakgerên jin kîlo li xwe kêm kirine. Bêguman vê yekê rê li ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê vekir. Li bedena wan a ku dihele, herî zêde êşa masûlkeyan rû dide. Ji ber vê yekê nikarin razên. Rojane 3-4 saetan dikarin razên û bi giranî di nava nivînan de ye, lê hişyar in.

Bêguman ev yek bi xwe re pirsgirêkên giran ên norolojîk tîne. Êşa serî li wan gelekî giran bûye.

Ji ber birçîbûna demdirêj, organ jî nikarin karê xwe bikin. Bi taybetî di hezmkirinê de pirsgirêkên cidî hene. Wekî din rîtma lêdana dil xera bûye.

Her wiha pirsgirêkên guh, bihîstin û çav zêde bûne. Guhê wan baş nabihîze, çavên wan baş nabînin, nikarin tehemûlî ronahiyê bikin. Lewma em gelekî bi fikar in."