Dayik sê roj in li Meclîsê çalakiyê dikin

Dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, sê roj in li Meclîsê çalakiyê dikin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikan a li Meclîsê, piştî civîna koma HDP'ê ya roja Sêşemê dest pê kir. Dayikên ku sê roj in çalakiyê dikin, dixwazin bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin.

Di şeva duyemîn de parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz bi dayikan re man.

Şeva Çarşemê jî Sedat Akin bi rêya dîmen li dayikan geriya. Akin 7'ê Çileyê li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Erzînganê dest bi greva birçîbûnê kir û piştî hate berdan çalakiya xwe li malê didomîne.

Akin ku 130 roj in di greva birçîbûnê de ye got, "Dibe ku em, bi hezaran kes bi rojan e di greva birçîbûnê de ne; lê belê em ê vê çalakiya xwe bi dawî nekin."

Akin got, "Em zanin ku em ê bi ser bikevin. Têkoşîna berxwedêran roj bi roj mezin dibe. Em zarokên vî gelî ne û ji nava vî gelî derketine. Birçîbûn ne zehmetiyeke mezin e. Em tenê roj bi roj dihelin. Lê belê berxwedana we moralê dide me. Em ê bi hev re bi ser bikevin."

Hin dayikan di dema axaftina Akin de gotin, "Em qurbanê moralê we bin." Hinekan jî rondik barandin.