1 milyon û 376 hezar kesên din jî bêkar man
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gorî daneyên fermî di nav salekê de 1 milyon û 376 hezar kesên din jî bêkar man.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gorî daneyên fermî di nav salekê de 1 milyon û 376 hezar kesên din jî bêkar man.
Li gorî daneyên fermî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê di nav wan kesan de ku temenê wan di ser 15'an re ye, Sibatê 14.7 ji 100'î zêde bûye.
Li gorî heman dema par 1 milyon û 376 hezar kesên din jî bêkar mane û tevahî bêkar bûne 4 milyon û 730 hezar kes.
Li gorî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hijmara bêkaran pir zêdetir e. Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Ked, Aborî û Polîtîkayên Çandinî û Sosyal Berpirs yê HDP'ê Gunay Kubîlay got li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 7 milyon kes bêkar in û tenê meha bihurî 400 hezar kes bêkar mane.