Çalakiya dayikên girtiyan a li Meclîsê didome

Dayikên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji roja Sêşemê ve li Meclîsê çalakiyê pêk tînin.

Dayikên girtiyan bi xavikên xwe yên spî li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û daxwaza hevdîtinê li Wezîrê Edaletê yê Tirk kirin.

Dayikan piştî hevdîtina bi Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop re dawî li çalakiya rûniştinê anîbûn. Şentop soz dabû dayikan ku wê daxwazên wan ji Wezîrê Edaletê re ragihîne.

Lê belê dayik ji Meclîsê derneketin û bi şev li salona civînê ya koma HDP'ê man. Dayikan şevê sohbet kirin û bi Kurdî stran gotin.

Dayikên berxwedêr hîn jî li meclîsê ne. Tê payin ku îro saet 13:30'î tevî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan civîna çapemeniyê pêk tînin.