Malbatên ku çalakî kirin û meşiyan: Bila tecrîd zû rabe!

Malbatên giriyan li Stenbolê û Edene çalakiya rûniştinê kirin û xwestin ku tecrîd zû were rakirin.

Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne careke dî li ber Girtîgeha Bakirkoyê bûn. Di çalakiyê de li gel dayikan parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî hebûn.

Malbat li ser rêya oto-E5'ê komî ser hev bûn, ji bo ku êrîşa polîsan a li ser wan bişkînin li ser rê çalakiya rûniştinê kirin. Malbatên ku demekê li vir rûniştin piştre çûne aliyê dî yê rê. Ber bi pira jor ve polîsan pêşiya dayikan girt. Malbat li gel zexta polîsan jî pir derbas kirin.

Malbat ber bi avahiya Rêxistina Navçeyê ya Bakirkoyê ya HDP'ê ve meşiyan. Dema meşê hate gotin, ''Bijî berxwedana zindanan''.

EDENE

Li Edene jî ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê malbatên girtiyan li ber Parka Ismet Înonu hatin cem hev. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî destek dane dayikan, li gel dorpêça polîsan jî malbatan çalakiya rûniştinê kirin.

Li ser navê dayikan Nejla Kocaman axivî, got rewşa girtiyan krîtîk e û divê hikûmet bi bayê bezê tiştekî bike. Kocaman got, ''Bila li hilbijartina Stenbolê binerin. Ji bo me ya herî girîng ciwanên me yên di grevê de ne. Ciwanên me li ber mirinê ne. Dewlet zû divê gavan bavêje. Bila zarokên me nemirin.''

Piştî çalakiyê bi dirûşmên ''bijî berxwedana zindanan'' û bi çepikan ber bi avahiya Rêxistina Bajêr a HDP'ê ve meşiyan.