Tecrîd li Stenbolê hate şermezarkirin

Çalakiyên li dijî tecrîdê û yên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê didomin. Li navçeyên Beyoglû, Kartal, Beykoz û Umraniyeyê yên Stenbolê çalakî pêk hatin.

Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeyên Beygolû, Kartal, Beykoz û Umraniye yên Stenbolê çalakî pêk hatin.

Gelek kesên li Umraniyeyê li hev civiyan, êlekên ji wêneyên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li xwe kirin ku 190 roj in di greva birçîbûnê de ye û piştre bi rêbaza 'xeleka ji mirovan' dest bi meşê kirin.

Çalakgerên li Kartalê jî li hev civiyan, êlekên ji wêneyên Leyla Guven li xwe kirin. Piştre dest bi meşê kirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê.

Li Beyoglû û Beykozê jî piştî fitarê gelek kes li hev civiyan û bi meşaleyan meşiyan. Di dema meşê de rê li trafîkê hatin girtin û gelek kesan ji şaneşîn û camên xaniyên xwe bi tilîliyan piştgirî dan çalakgeran.