'Bi tecrîdê tê xwestin ku aliyê civakî yê mirov were tinekirin'

Lutfu Yoldaş ku 12 salan di şertên tecrîdê de maye, bal kişande ser mafdarbûna daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê û got, ''Bi tecrîdê re tê xwestin ku aliyê civakî yê mirov were tinekirin''.

Lutfu Yoldaş ê ku ji navçeya Sîwerek a Rihayê ye û ji ber ku di nav têkoşîna azadiya  Kurd de 12 salan li girtîgehê di tecrîdê de maye behsa tecrîdê kir. Yoldaş got, ''Bi salan ji ber ku bi dayika xwe re bi Kurdî diaxivîm mafê min ê telefonê hatibû astengkirin. Ev jî tecrîd bû. Li dijî tecrîdê grev civakîbûn e. Divê ev were dîtin..''

'BI TECRÎDÊ TÊ XWESTIN ALIYÊ ME YÊ CIVAKÎ WERE TINEKIRIN'

Yoldaş ê ku 12 salan li girtîgehên  cuda yên mîna Tekîrdag 4 salan li Tîpa F, T, Tîfa F a bi Nimroya 1 û 2  mayî têkilî tecrîdê got, ''Bi tecrîdê tê xwestin ku aliyê civakî yê mirov were tinekirin. Tê xwestin ku mirov ji mirovbûnê derxînin. Ji bo ku mirov ji mirovbûnê were derêxistin helbet divê têkiliyên wî yên bi civakê re werin qutkirin. Ev têkilî tinekirina bihistyariyên civakî ye. Tişta ku em jê re tecrîd dibêjin girêdayî van hemû aliyan e. Ango polîtîkayeke wiha ye ku mirov ji xwe, ji civakîbûnê  tê derxistin, weke ku mirovek bi serê xwe be tê hiştin û hewl tê dayin ku kesayet û nasname were kuştin. Rewşeke wiha ku mirov ji civakîbûnê derdixîne û dike kesekî ji civakê bêrî. Bi armanca hilweşandina rêxistiniyê ye.''

'HICRE MIROV JI XISLETÊN TAKEKESÎ DÛR DIXIN'

Yoldaş got di pêvajoya Tîpa F'yê de di odeyên 3 kesî de dihatin hiştin, bi zanebûn bi 3 kesan re hatibû sînordarkirin û li ser sedema ku bi zanebûn bi 3 kesan hatibû sînordarkirin jî got, ''Mînak ev derdorên wiha ne ku mirovên ji hêla avaniyê ve nêzî hev in têne cem hev û yên din têne dûrxistin. Pergal li ser vê hatiye avakirin. Bi rengekî sirûştî ev ziyaneke mezin digihîne ser mirovan. Yên din jî hicreyên yek kesî ne. Ev hicre jî bi temamî mirov ji xisletên takekesî dûr dixin. ''

'JI BO KU BI KURDÎ BI DAYIKA XWE RE AXIVÎM MAFÊ MIN HATE ASTENGKIRIN'

Yoldaş bi domdarî got, ''Ya ku dixwestin ku ava bikin psîkolojiya sînordariyê ye û ev hîs bi rengekî sirûştî dema ku derdikeve derve bala wê dikeve ser tiştên madî. Me ev weke rehabîlîtasyonê didît. Bi vê maneyê xwe disparta ser vê. Armanc ew bû ku li hundir heta ji wan were mirov sînordar bikin û dema ku derketin derve jî bibin mirovên weke ku ji xeleka zincîrê qut bûyî, ji civake qut bûyî, tenê bala wan li ser wan be. Dema ku ez girtî bûm, heftiyê 10 deqe mafê min ê telefonê hebû. Ez 4 salan ji ber ku bi diya xwe re bi Kurdî diaxivîm mafê min ê telefonê hatibû astengkirin.''

Yoldaş diyar kir texrîbata vê li ser wî gelek bû, her wiha li qada sosyal jî mafên wan dihatin sînordarkirin û bi vî rengî tim dixwestin ku mirovan di nav girtîgehê de jî bigirin.

'DAXWAZA GREVA BIRÇÎBÛNÊ EW E KU MAFÊN LI SER KAXEZÊ BI CIH WERIN'

Li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Lutfu Yoldaş got berê ew jî ketiye greva birçîbûnê û got, ''Daxwaza mirovan ew e ku mafên ku li ser kaxezê hatine nivîsîn werin bicihanîn. Dixwazin ev neyên sînordarkirin û li dijî wan neyên bikaranîn. Ev mirov ne ji bo tiştên şexsî vê dikin, hêlên vê yên civakî hene. Bihîstyariyeke civakî ye. Divê mirovan van grevên birçîbûnê bibîne ku hem dixwazin balê bikişînin ser şertên ku pê dijîn û atomofera civakî.''

Yoldaş herî dawî got helwesta li bara grevên birçîbûnê ne bi wê asta hewce ye û got, ''Divê mirov bersivê bide vê. Ji ber ku tiştên ku mirov dixwazin bi çarçoweya heq, hiqûqê ne. Pêkanîna wan ne zehmet e. Divê demidest ev were bersivandin.''