Dayik li meclîsê civiyan: Êdî kêlî girîng in!

Dayikên girtiyan li Meclîsê bi HDP'ê re civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevserok Bûldan diyar kir ku ji bo grevên birçîbûnê êdî kêlî girîng in. Dayikan jî xwestin tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bi dayikên ku ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne ji doh ve li Meclîsê çalakiya rûniştinê pêk tînin, civîneke çapemeniyê pêk anî.

BÛLDAN: HIKUMETÊ HIQÛQ BINPÊ KIRIYE

Bûldan di civînê de axivî û got, "Dayikên me doh tevlî civîna me bûn, ji doh ve li Meclîsê ne. Ji Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrtê hatine. Ji bo armancekê berê xwe dan Enqereyê. Dayikên me bi rojan li ber deriyên girtîgehê hewl dan dengê xwe bidin bihîstin, xwestin her kes dengê wan bibihîzin, lê belê nêzîkatiya hikumetê li daykiên me ew bû ku ew kaş kirin. Ev yek heqareteke li wijdanan e û ne ya qebûlkirinê ye. Ev dayik ji bo zarokên wan ên li girtîgehan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne bijîn, hewl didin. Zarokên wan ji bo bidawîbûna tecrîdê bedena xwe dan ber birçîbûnê. Lê belê nêzîkatiya hikumetê ya li vê mijarê nîşan dide ku hiqûqê binpê dike. Em zanin ku li vî welatî hiqûq û edalet nîne, lê belê li vî welatî hîn mirovên xwedî wijdan hene. Divê mirovên xwedî wijdan tavilê bikevin nava liv û tevgerê û banga wan a ji bo bidawîbûna tecrîdê bê bihîstin.

Dayikên me doh li Civata Giştî, li salona ku dirûşma 'Serdestî ya milet e' dengê xwe bilind kirin. Lê belê kesî dengê wan nebihîst. Daxwaza hevdîtinê kirin, tenê Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop daxwaza wan qebûl kir. Ji ber ku daxwaza dayikên me qebûl kiriye em spasiya wî dikin. Divê ne tenê Şentop, her kesên xwedî wijdan bi berpirsyarî tevbigerin. Dayikên me naxwazin tiştek bi zarokên wan were. Ji ber ku grevên birçîbûnê li asta krîtîk e. Ev mirov bi mehan e di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne. Daxwazên wan meşrû û rewa ne. Dixwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe."

'GAVA 2'Ê GULANÊ DIVÊ BIDOME'

Buldan bi domdarî got divê hevdîtina 2'yê Gulanê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biqedr e, divê berdewama wê were û bi rengekî rûniştinî Ocalan bikaribe malbat û parêzerên xwe bibîne. Buldan diyar kir dibe ku her kêlî ji girtîgehan agahiyeke nebaş were û hewldana dayikan, qêrîna wan ji bo vê ye, ji bo ku tiştek bi zarokên wan, bi jiyana wan neyê li ber girtîgehan dayik têdikoşin. Buldan got di rewşeke neyênî de wê kesek nikaribe heq ji rewşê derkeve û xwest ku demildest tecrîda li ser Ocalan rabe û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bi cih werin. Buldan her wiha bang kir her kes bihistyar be li bara grevên birçîbûnê.

DAYIK: BANGA ME LI MIROVAHIYÊ YE

Ji dayikan Nezahat Teke jî got ne tenê niha bi mehan e ku dayik li ber girtîgehan li ber xwe didin, ji bo çareyekê, çareseriyekê hatine meclîsê. Teke diayr kir wan û Serokê Meclîsê hev dîtine lê ev têrê nake, ji ber ku dayik di rewşeke wiha de ne ku dema telefonek tê, her kes dinere gelo ew telefona çi ye, dema ku dayikek çavê wê şil be her kes dibêje gelo ji bo çiye.

Teke diyar kir ev ji 2 mehan zêdetir e dixwazin Wezîrê Dadê bibînin û got, ''Dibêjin, 'bihişt di bin piyê dayikan de ye''. Wekî wiha ye, çima ji me ditirsin, çima nayên pêşberî me. Ji ber ku xwediyê vê dozê em in û ev zarok ên me ne. Em nikarin li bara mirinê bêdeng bin. Mixabin îro li Tirkiyê tundî li ser dayikan heye, dayikên ku ji wan re dibêjin bihişt bi erdê ve têne xijxijandin. Heta vî temenê xwe, ji 7 saliya xwe ve min nehiştiye ku mûyekî pora min li derve bimîne lê heke îro çarika dayikan bi erdê ve hatibe kişkişandin ev şerma mirovahiyê ye.''

Teke wiha domand: ''Banga me li mirovahiyê ye, banga me li dadê ye. Em jî mirovên vî welatî ne, heke îro rewşa zarokên me ne baş be û bêyî rakirina tecrîdê ev rewş çareser nebe ne zehmet e ku tecrîd were rakirin. Banga me ji bo her kesî ye. Em di meha rojiyê de ne, ev dayik bi rojî ne. Em ne ku pir dixwazin li vir bimînin. Divê bersiveke baş were, ev kîn ji bo çi? Beriya ku em zarokên xwe veşêrin em hêrsa dilê xwe veşêrin. Em bang li Wezareta Dadê, li Serokkomar dikin, dengê me bibînin, qêrîna me bibihîsin, şewata dilê me bibinin, êdî bes e, em nema dikarin ragirin. Em naxwazin zarokên me bimirin.''