Li ser rola MÎT'ê ya di komkujiya Parîsê de lêpirsîn vebû

Sê jinên Kurd ên şoreşger, Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Doza der barê komkujiyê derbasî qonaxeke nû bû.

Li gorî saloxan, li ser rola rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Malbatên sê şoreşgerên hatin qetilkirin, Adara 2018'an serlêdan kiribûn û xwestibûn, yên fermana komkujiyê dane û hevkarên wan tevlî lêpirsînê bên kirin.

Ji bo lêpirsîn jinûve bê nirxandin, dozgerekî antî-terorê hate wezîfedarkirin. Parêzer Jean-Louis Malterre ji ANF'ê re axivî û diyar kir, lêpirsîn hatiye vekirin û wê ji niha û pê ve li rola îstîxbarata Tirk bê pirsîn.

Malterre got, "Edaletê rola servîsên Tirk qebûl kir" û anî ziman, îdîaname hîn negihaştiye ber destê wan û nizanin ku lêpirsînê çiqasî bidome.

Malterre serlêdana par bi bîr xist û got, "Piştî mirina bersûcê kujer, me diyar kiribû ku ew bi tenê nîne, servîsên veşartî yên Tirk çek dane destê wî."

Malterre anî ziman, doza beriya niha tenê li ser bersûcê kujer Omer Guney bû û got, lê belê di heman dosyayê de rola MÎT'ê bi rengekî vekirî hate tespîtkirin.

BÛYEREKE DÎROKÎ

Parêzer Antoine Comte jî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û got, "Bûyereke dîrokî ye; dawî li bêcezahiştina kuştina siyasî ya li Fransayê tê anîn ku bi fermana ji derve tê kirin."

Komkujî 9'ê Çileya 2013'an li navenda Parîsê li hundirê avahiyekê hatibû kirin. Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn kuştin.

Bersûcê komkujiyê Omer Guney, çend hefte beriya destpêkirina dozê, dawiya sala 2016'an ji nişka ve li girtîgehê bi gumanbarî miribû. Doza der barê wî de jî di pratîkê de betal bûbû. Lê belê malbatên qurbaniyan û Kurdan red kirin ku doz bi vî rengî bi dawî bibe. 12'ê Adara 2018'an jî ji nû ve gilî kiribûn.