Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzeran serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, serlêdan kirin.

Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran ji bo hevdîtina îro û sibê, serlêdan kirin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û heta niha parêzeran 810 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Lê ev serlêdan bi hincêtên kêfî û pûç hatin redkirin.

Piştî heşt salan parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di 2’ê Gulanê de de bi Ocalan re hevdîtinek kiribûn. Ji wê rojê û heta niha bersiv ji serlêdanên ji bo hevdîtinê nehatiye dayîn.