Li Ûlmê li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê

Li bajarê Ûlmê yê Elmanyayê wekî hefteyên borî ji bo balkişandina tecrîd û grevên birçîbûnê roja Sêşemê dîsa nobeta hişyariyê hate kirin.

Çalakî li navenda Ûlmê hate lidarxistin û bi Tirkî û Elmanî pankarta ‘Em piştgiriyê didin daxwaza mafdar a Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê.’

Di çalakiyê de sloganên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Leyla Guven mafdar e’ hate berzkirin.

ADHF, AGÎF, ATÎF, ADHF, DKTM, MLPD, Antîfa û SYKP’ê piştgirî dan çalakiya nobetê ya roja Sêşemê.

Komîteya amadekar a çalakiyê diyar kir ku ew ê her Sêşem li heman cihî û di heman saetê de çalakiyê li dar bixin.