Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di daxuyaniya xwe ya îro de bang li rayedarên Îranê kir ku girtiyên ku bi keyfî hatine girtin tavile berde û girtiyên din ji herêmên di bin xeteriya êrîşên Îsraîlê de dûr bixe.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê rayedarên girtîgehê û hêzên ewlehiyê divê bi taybet li dijî girtiyên di tengasiyê de hêz an jî çekê bikar neynin.
Rêxistinê diyar kir ku dîmen û raporên êrîşa li ser Girtîgeha Evînê ku gelek parêzvanên mafên mirovan lê girtî ne, rê li ber fikaran vedike.
Amnesty bi bîr xist ku li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî êrîşên bi zanebûn ên li ser hedefên di çarçoveya sivîl sûcê şer de ne.
Îro hatibû ragihandin ku Îsraîl li dijî Girtîgeha Evînê ku li paytext Îranê ye û gelek girtiyên siyasî lê tên girtin, êrîş pêk aniye.