Tecrîd li Frankfurt, Munchen û Den Haagê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Frankfurt û Munchen ên Elmanyayê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi pêşengiya meclîsên jinan ên Amara, Sara û Nûjîn ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, çalakî hate lidarxistin.

Girseya gel li Zeilê li hev civiya û bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê. Di çalakiyê de li ser mijarê belavok hatin belavkirin.

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê jî bi heman armancê çalakî pêk hat.

Bi pêşengiya Komuna Jinê ya Sara li pêşiya avahiya Şaredariya Munchenê stant hate vekirin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî dayikan hate şermezarkirin.

Çalakgeran diyar kirin, heta ku berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bidome ew ê jî rojên Çarşemê her li qadan bin û çalakiyan li dar bixin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî pêk hat.

Çalakî bi pêşengiya Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê li pêşiya avahiya Parlamenta Hollandayê pêk hat.

Li Parlamenta Hollandayê, dema ku li ser Tirkiyeyê rûniştinek pêk dihat, girseya gel li ber avahiya parlamentê li hev civiya û bêdengiya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê şermezar kir.

Di çalakiyê de li ser mijarê belavok hatin belavkirin.