Polîsan li Başakşehîrê êrîş bire ser xizmên girtiyan

Polîsan êrîş bire ser xizmên girtiyên li navçeya Başakşehîr a Stebolê çalakiya rûniştinê pêk anîn.  Polîsan gelek kes destgîrkirin.

Komek xizmên girtiyan li Başakşehîr a Stenbolê ji bo balê bikişîn ser daxwazên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Malbatên ku çalakiya rûniştinê pêk anîn, piştî demekê bê ku sedemek diyar bikin polîsan êrîş bire ser wan, gelek kes destgîrkirin.

Kesên hatine destgîrkirin birin Amîrtiya Buro ya Guvercîntepeyê.

Navê hinek kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Nadîre Kiliç, Zubeyda Adar, Gulbuhar Erkiliç, Dilşah Ûgûrtaş, Yonca Çelîk û Mîrza Korkmaz.