Xwendekarên xwestin 'Şehîdên Aştiyê' bibîr bînin hatin binçavkirin

Li Aydinê, danê sibehê 13 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî 7 xwendekarên xwestin 'Şehîdên Aştiyê' bibîr bînin, hatin binçavkirin.

Li Aydinê, danê sibehê 13 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî 7 xwendekarên xwestin 'Şehîdên Aştiyê' bibîr bînin, hatin binçavkirin.

Li Zanîngeha Egeye, xwendekarên ji bo şermezarkirina komkujiya Enqereyê li ber Fakulteya Edebiyatê hatin cem hev, rastî êrîşa polîsan hatin. 7 xwendekaran navên 'şehîdên aştiyê' yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li dîwêr nivîsandin, lê hatin binçavkirin. Xwendekarên bi lêdanê hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.

Li Aydinê jî di serdegirtinên li taxên Osman Yozgatli, Ovaeymîr, Ata û Yenîkoy ên navçeya Efelerê, di serdegirtinan de 13 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku binçavî birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Aydinê.