Dûman: Sîstema Rojava ji bo civaka demokratîk mînakek bêhempa ye
Xwendekarê doktora yê Zanîngeha Sabanci Yasîn Dûman, ku di çarçoveya kampanya 'Ji bo Rojava pirtûk' a Federasyona Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê de axivî, diyar ki rku sîstema li Rojava modeleke sîstema demokratîk e.
ANF
NEÛCHATEL
duşem, 26 kewçêrê 2015, 09:25
Xwendekarê doktora yê Zanîngeha Sabanci Yasîn Dûman, ku di çarçoveya kampanya 'Ji bo Rojava pirtûk' a Federasyona Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê de axivî, diyar ki rku sîstema li Rojava modeleke sîstema demokratîk e.
Di çarçoveya kampanya 'Ji bo Rojava pirtûk' a Federasyona Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê ya Swîsre û Fransayê (Fédération Syndical Service Public- SUD) de, rêze konferans tên lidarxistin.
Piştî Fransayê, duh jî li bajarê Swîsre Neûchatelê konferansek hat lidarxistin. Di konferansa li avahiya sendîkayê de, yek ji pêşengên kampanyayê Xwendekarê Doktora yê Zanîngeha Sabanci Yasîn Dûman weke qiseker amade bû.
Dûman di destpêkê de li ser kampanyayê agahî da û anî ziman ku wan heta niha ji welatên cuda yên cîhanê bi qasî 3 hezar pirtûkên bi zimanên cuda berhev kirine ji bo bişînin Rojava.
Dûman da xuyakirin ku beşek ji pirtûkan ji Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê re hatine şandin û beşa mayî jî wê di rojên pêş de bişînin.
Dûman dûre, çavdêriyên xwe yên li Rojava, ku ji bo amadekirina teza xwe ya master a li ser xweseriya demokratîk çûbû Rojava, vegot.
Dûman ragihand ku di dema amadekirina teza xwe de wî bajar-dewletên sedema antîk a Yewnan û sîstemên federal û konfederal ên li gelek deverên cîhanê lêkolîn kiriye.
Dûman destnîşan kir ku sîstema konfederal a demokratîk a li Rojava di roja îro de tê avakirin, ji aliyê avakirina civakeke demokratîk ve mînakek bêhempa ye.
Dûman anî ziman ku li Rojava modeleke civakê ya bê dewlet, ku hemû cihêrengiyên etnîkî, civakî û olî di nava xwe de vedihewîne, temsîl dike û rêveberiya navendî red dike, tê avakirin û ragihand, ku berevajî îdîayan, li vê derê ti nasnameya etnîkî yan jî olî di ser ya din re nayê girtin.
Dûman di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ambargoya li ser Rojava û anî ziman ku ji ber vê ambargoyê dibe ku li qadên mîna aboriyê hin pirsgirêk rû bidin. Piştî pêşkêşiya xwe Dûman bersiv da pirsên beşdaran.