Ateş: Bang li Elewiyan dikim ku di 1'ê Mijdarê de deng bidin HDP'ê

Serokê Navenda Çanda Elewiyan a Hurth, ku bi Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê ve girêdayî ye Mehmet Alî Ateş bang li Elewiyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Hilbijêrên li Ewropayê ku dengê xwe bi kar anîn, bala wan li roja 1'ê Mijdarê ne. Serokê Navenda Çanda Elewiyan a Hurth, ku bi Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê ve girêdayî ye Mehmet Alî Ateş bang li Elewiyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Ateş da xuyakirin ku Elewîtî nayê naskirin, îllegal e û anî ziman ku bi salane ew di rewşeke qedexekirî de ne. Ateş got, "Li hemberî vê rewşê sebir tê kirin û çav tê girtin. Lê belê malên cem tên bombekirin, cihên ji bo Elewiyan pîroz in, ji hev tên belavkirin. Em gelekî bi vê diêşin."

'HAYA ELEWIYAN JI HIN TIŞTAN HEYE'

Ateş da zanîn ku gelek mirov, di dema ciwantiya xwe de neçar mane nasnameya xwe ya neteweyî û baweriyê înkar bikin û got, "Zexta vê yekê li gel dihat kirin. Lê belê li Elmanyayê me hem nasnameya xwe ya baweriyê, hem jî nasnameya xwe ya neteweyî nas kirin. Dil dixwest li welatê xwe jî heman azadî hebe, lê mixabin îdeolojiya niha li welêt serdest e, rê nade vê. Lê belê Elewî êdî haya xwe ji hin tiştan çêbûne. Hîn bûne ku wê rêya xwe bi çi rengî vekin."

Ateş ragihand ku wan bi xebatên xwe yên li derveyî welat re gelek tecrûbeyên baş bi dest xistine û got, "Heman modela li vê derê tê meşandin li welatê me jî ket dewrê û projeya HDP'ê derket holê. Bi hevgirtina hemû komên bawerî, bindest û hindikahiyan re, hêzek derket holê. Vê hêzê di 7'ê Hezîranê de benda hilbijartinê hilweşand. Lê belê hêzên serdest xwestin pêşî li vê serketinê bigirin."

'DIVÊ ELEWÎ BI HDP'Ê RE TEVBIGERIN'

Ateş anî ziman ku ew bawer in li her devera cîhanê Elewî helwesteke rast nîşan didin û got, "Em ê bi hêzeke xurttir cihê xwe di parlamentê bi nasnameya xwe bigirin. Tûrgût Oker careke din namzetê parlamenteriyê ye. Eger di 1'ê Mijdarê de HDP careke din bi xurtî bi ser bikeve, hingî Elewî hemû wê desteketiyeke mezin bi dest bixin."

Ateş da xuyakirin ku weke sazî ew ê her cihê xwe di nava projeya HDP'ê de bigirin û bang li her kesî kir ku di 1'e Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê û bi HDP'ê re tevbigerin.