Li Gimgimê 5 kes hatin girtin

Li Gimgimê, Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Aktay jî di nav de 5 kes hatin girtin.

Li Gimgimê, Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Aktay jî di nav de 5 kes hatin girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin, her dijwar dibin. Li navçeya Mûş Gimgimê 16 ji 24 kesên pêr di serdegirtinên li navçe, gund û taxan hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyet û jendermeyan sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi daxwza girtinê ew şand dadgehê. Di darizandina li vir de 11 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, lê Hevseroka HDP'ê ya Gimgimê Halîde Aktay jî di nav de Alî Dogan Aktay, Eren Alî Yildiz, Nîhat Bîngol û Şehmuz Tanriverdî jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê

8 kesên li Fermandariya Jendermeyan a Gimgimê tên ragirtin jî wê sibe sewqî edliyeyê bên kirin.