Polîsan li Silopiyayê zarokek qetil kirin!
Polîsên Tirk li Silopiyayê, tevî ku ti bûyer tinebû gule berdan Mûstafa Aşlig ê 16 salî û ew qetil kirin.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, polîsan duh êvarê saet di 21:00 de dor li kolana 3. girtin. Polîsan gule li Taxa Cûdî reşandin û ji ber vê gulereşandinê Mûstafa Aşlig ê 16 salî, bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû. Tevî hemû hewldanan jî, ji ber dorpêçiya polîsan şêniyên taxê nikarîbû Aşlig rakin nexweşxaneyê. Aşlig di encama vê êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da.
GIRSEYA GEL LI BER NEXWEŞXANEYÊ YE
Cenazeyê Aşlig ê ku sae di 04:00 de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê û gel ve, bi zorê jî be rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Cenaze ji bo otopsiyê li morga nexweşxaneyê tê sekinandin. Girseya gel jî li ber nexweşxaneyê ye.