Bayik: Divê 1'ê Mijdarê mîna sîleyeke mezin li AKP'ê bikeve
Bayik got, "Gelên Tirkiyeyê wê di van hilbijartinan de derseke mezin bidin Erdogan û AKP'e."
Bayik got, "Gelên Tirkiyeyê wê di van hilbijartinan de derseke mezin bidin Erdogan û AKP'e."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, hilbijartinê giştî yên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kudistanê û Tirkiyeyê nirxand. Bayik bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û got, "Hilbijartinên 7'ê Hezîranê netewe dewlet û dûvikên wê hilweşandiye. Ji bo afirandina komareke demokratîk, pêşve birina neteweya demokratîk a û avakirina Tirkiyeyeke nû, zemîn afirandiye."
DIVÊ DERSEKE MEZIN BÊ DAYÎN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ev bang li gelên Tirkiyeyê kir:
"Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hemû çand, ol û gelên me yên li Tirkiyeyê dijîn, di bin sîwana HDP'ê de tevlî hilbijartinan bûn. Di 7'ê Hezîranê de encameke ku kes ne li bendê bû bi dest hat xistin. Hêvîdarim ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî wê encamek ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê mezin bi dest bikeve. Wê derseke mezin bidin Erdogan, AKP'ê, partiyên li ser bingeha îdeolojiya fermî ya dewletê xwe bi rêxistin dikin û dewleta Tirk. Derseke welê were dayîn, ku qet ji bîr nekin. Bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re li Tirkiyeyê di netewe dewletê de bingeha guhertinekê hatiye danîn. Tirkiyeyê ji netewe dewletê ber bi netewya demokratîk ve gav avêtiye. Ev yek tê wateya afirandina Tirkiyeya nû. Êdî ne pêkane ku netewe dewlet û siyaseta wê li Tirkiyeyê careke din bê meşandin. Yê ku ev encam afirand HDP ye. Hêzên demokrasiyê yên ku bi din sîwana HDP'ê de tevlî hilbijartinê bûn û encameke serketî bi dest xistin. Ez bi vê wesîleyê hemû hêzên demokrasiyê, sosyalîst, lîberal, welatparêz, Kurd, Elewî, Tirkmen, Çerkez, Asûrî, Ermenî hemû gel, çand, ol, kedkar, jin û ciwanan bi vê wesîleyê pîroz dikim. Ez bawerim ku ev hemû hêz wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê mezintir encamekê bi dest bixin.
Hilbijartinên 7'ê Hezîranê tê wateya dengên ji bo jiyana bi hev re. Hevgirtin û yekîtiya Tirkiyeyê îfade dike. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê îfade dike. Nîşan dide ku li Tirkiyeyê hemû gel û çand xwedî wê îradeyê ne ku dikarin bi çand û nirxên xwe bi awayekî azad xwe bi rêxistin bikin. Lewma hilbijartinên 7'ê Hezîranê di dîroka Tirkiyeyê, di dîroka têkoşîna demokrasiyuê ya Tirkiyeyê de serdemeke gelekî girîng e. Ji ber vê yekê Bahçelî û Erdogan dest dan hev, hêzên netewe dewletparêz jî dan dû xwe û vîna di êvara 7'ê Hezîranê de derket holê, binpê kirin. Û li hemberî parlamentê, li hemberî HDP'ê, li dijî siyaseta demokratîk, li hemberî pêşeroja demokrasiyê û Tirkiyeyê, li hemberî pêşeroja gelên me hewl dan darbeyê bikin. Ji ber ku Erdogan ket rewşeke welê ku nikare xeyalên xwe pêk bîne. AKP'ê desthilatdarî winda kir. Her wiha siyaseta netewe dewletê îflas kir. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bêhneke mezin hatiye ber Tirkiyeyê. Dilê her kesî rehet bûye. Di serî de Elewî her kesî bawer kir ku wê ji zext, zilm û otorîteyê rizgar bibin, Tirkiye wê demokratîk bibe, pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka bingehîn e bi rêya demokratîk çareser bibe û hemû pirsgirêkên welêt wê bi rêya demokratîk çareser bibe. Her wiha hêvî afirîn ku Tirkiye wê bi pêşengiya HDP'ê bi pêş bikeve.
AKP'Ê DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE ŞER ÎLAN KIR
Hêzên netewe dewlet faşîst ên nikarîbûn xwe li encamên 7'ê Hezîranê rabigirin, AKP, MHP û DAIŞ a ku Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn li serdema bi xwîn vegerandiye, dest li pêvajoyê werdan û hilbijartin tin hesibandin. HDP tine hesibandin, hêzên demokrasiyê, vîna gelan parlament tine hesibandin. AKP a ji desthilatdariyê hat xistin, xwest bi zorê û bi şer li ser desthilatdariyê bimîne. Bi vî rengî şerekî bêpîvan û gemarî li ser gelên me ferz kiriye. Bi vî rengÎ xwestiye desthilatdariya xwe biparêze. Lewma dixwaze bi hilbijartinê re AKP a ji desthilatdariyê ketiye, careke din bike desthilatdar. Erdogan dixwaze rejîma xwe bi vî rengî bixe meriyetê. Ji ber ku netewe dewlet ji aliyê HDP û hêzên demokrasiyê ve hatiye hilweşandin. Girîng e komareke nû ya demokratîk pêk were. Ev yek jî jbi HDP û hêzên demokrasiyê re pêkan e. Ji bo ev yek pêk neyê, Erdogan şer daye destpêkirin. Hemû hêzên netewe dewlet daye dû xwe û li ser vê rejîma hatiye hilweşandin hewl dide rejîma sûltaniyê bi cih bîne. Ji bo vê armanca xwe jî şer, hilweşandin û şerê navxweyî li ser gelên me ferz kiriye. Her tişt kiriye qurbanê desthilatdariya xwe. Her tişt ji bo parastina DAIŞ'ê kiriye qurban. Hemû hewldanên Erdogan û AKP'ê parastina DAIŞ'ê û parastina desthilatdariya xwe ye. Ji ber ku eger nikaribe desthilatdariya xwe û DAIŞ'ê biparêzin, mîna li Misirê wê ji desthilatdariyê bikevin, werin darizandin, li zîndanan bên ragirtin û hesap bidin. Ji ber ku sûcên wan kirine, gelekî giran in.
AKP dixwaze Tirkiyeyê di nava şer, di nava xwînê de têxe nava hilbijartinê. AKP ji aliyekî ve koçberên ji Sûriyeyê hatine berê wan dide Ewropayê, bi vê yekê re gefê li Ewropayê dixwe, li aliyê din jî bombeyên zindî yên DAIŞ'ê berdide naverastê û hewl dide jiyanê biherîne ku mirov nikaribin lê bijîn. Hem dixwaze Ewropayê dîl bigire û bi wergirtina desteka Ewropayê re DAIŞ'ê diparêze, hem jî partî û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi bombeyên zindî yên DAIŞ'ê re dide tirsandin, dike ku nikaribin propaganda hilbijartinê bikin, mîtîngan pêk bînin û bêbandor bihêlin. AKP'ê li dijî gelê Kurd şerekî bêsînor daye destpêkirin. Gelek sivîlan qetil dike. Malan hildiweşîne, dişewitîne. Bajaran dişewitîne, her derê bombe dike, dişewitîne, zevî, erdnîgarî û ekolojiyê xera dike. Bajar, bajarok, gund, çiya, kevir, daristanên Kurdistanê dike ku jiyan lê nebe. Her wiha Kurdan, hêzên demokrasiyê û sosyalîstan, di bin navê xwekuştinê yan jî şer de li leşkeriyê qetil dike. Bi balafir, helîkopter û tankan goristanên şehîdan ên li Kurdistanê xera dike. Li ser navê kurdan çi hebe dixwaz xera bike, ji holê rake. Dixwaze Kurdan bêdîrok, bêçand û bênirx bihêle. Hewl dide bi asîmîlasyon, komkujî, komkujiyên çandî û koçberkirinê re encamê werbigire. Her wiha bi girtin, binçavkirin, zîndanîkirin û koçberkirina xebatkarên HDP'ê, namzetên parlamenteriyê, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, saziyên civakî yên sivîl û her kesên dixwazên dixwazin ji bo demokrasiyê bixebitin re, dixwaze bike ku nikaribin bixebitin. Gav bi gav dixwaze HDP'ê bigire. Di şexsê HDP'ê de dixwaze bêhna gelan, olan, çandan û hêzên demokrasiyê biçikîne û hemûyan teslîm bigire.
JI 5'Ê NÎSANÊ Û VIR VE TECRÎDEKE GIRAN LI SER RÊBER APO YE
Naxwaze gel li hev bicivin. Naxwazin Kurd bi gelên li Tirkiyeyê re bicive. Her wiha naxwaze çep bi pêş bikeve û xurt bibe. Naxwazin hêzên demokratîk di çarçoveya komara demokratî de bi pêş bikevin. Naxwazin li şûna netewe dewletê, neteweya demokratîk bi pêş bikeve. Naxwazin pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî demokratîk were çareserkirin. Ji ber vê yekê ji 5'ê Nîsanê û vir ve tecrîdek giran li ser Rêber Apo dimeşînin. Têkiliya wî ya bi cîhanê, bi gel, çapemenî û her kesî re qut kirine. Gavên Rêber Apo yên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyê, tine hesibandine. Mutabaqata Dolmabahçeyê danîne aliyekî. Bi gotina 'Kurd nîne, muzakere nîne, alî nîne' re siyaset înkar û tinekirinê bêhtir bi pêş ve birine. Her wiha Davûtoglû bi gotina 'Eger em ji desthilatdariyê biçin wê torosên spî bên ser kar' re di şexsê gelê Kurd de gef li hemû gelan û hêzên demokrasiyê xwariye. Li Enqereyê komkujiyeke mezin pêk anîn. Heman piştî wê komkujiyê Davûtoglû got, 'pûanên me zêde bûye'. Bi komkujiyê, bi çavtirsandina her kesî re gotiye em dengê xwe zêde dikin. Bi komkujiyê re xwestiye pêşî li xebatên hilbijartinê yên din bigire.
WÊ BÊN DARIZANDIN
Ji bilî AKP'ê ti partiyek li Tirkiyeyê mîtîngên hilbijartinê dike, nîne. Ji ber ku her kes ji bombevanên DAIŞ'ê ditirsin. Ji ber çi ye gelo di ti mîtîngên AKP'ê de bombe nateqin. AKP natirse. Berevajî, bi astengkirina xebatên hilbijartinê yên hêzên din re DAIŞ destekê dide AKP'ê. AKP jî destekê dide DAIŞ'ê û hewl dide DAIŞ'ê biparêze. DAIŞ û AKP bi hev re dixebitin û dixwazin hilbijartinê qezenç bikin. Dixwazin pêşeroja xwe ewle bikin. Ji ber ku pêşeroja herduyan ketiye rewşeke xetere. Bi hilbijartinên 1'ê Mijdarê re wê darizandina wan bikeve rojevê. Erdogan, AKP û DAIŞ çi dikin bila bikin, wê nikaribin pêşî li serketina hêzên demokrasiyê yên HDP'ê bigirin. Çawa ku gel di 7'ê Hezîranê de sîleyeke mezin li wan da, wê di 1'ê Mijdarê de sîleyeke mezintir li wan bide. Wê encamên mezintir bi dest bixe.
BI ŞEV Û ROJ DIVÊ BIXEBITE
Ji hilbijartinên 1'ê Mijdarê re demeke gelekî kurt ma. Jin, ciwan, Kurd, Elewî, Suryanî, Ermenî, Êzidî, hemû gel, kedkar, çand, ol, Çerkez, Tirkmen, Azerî, Ereb her kes divê dil û mejiyê xwe rakin ser piyan, bi şev û roj ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bixebitin. Divê biçin ser sindoqan, her kesî bibin ser sindoqna, bikin ku deng bidin HDP, deng bidin demokrasiyê. Pêwîste sindoq werin parastin. Divê hîleyên AKP û dewletê werin pûçkirin. Divê bi xwedîderketina li vîna xwe re xwedî li pêşerojê bê derketin. Pêwîste pêşî li sûltanî, otorîterî, faşîzm û şer bê girtin. Girîng e Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûyînê ve bibin, komareke demokratîk biafirînin, neteweyeke demokratîk û xweseriya demokratîk bi pêş ve bibin. Ev yek wê bi wan bide qezençkirin, wê gelên Tirkiyeyê qezenç bikin û pêşî li şerê navxweyî were girtin. Ev yek wê nehêle ku Tirkiye bikeve rewşa Sûriyeyê. Lewma dengek jî dengek e. Divê her kes xwedî li dengê xwe derkeve, deng bide HDP'ê, deng biparêze û bi hev re demokrasiyê bîne Tirkiyeyê."
EM XWEDÎ LI 7'Ê HEZÎRANÊ DERKEVIN
Bayik anî ziman ku ew bawer dikin wê di 1'ê Mijdarê de Tirkiyeyeke nû derkeve holê û got, "Ez bawerim ku wê bingeha di 7'ê Hezîranê de hatiye danîn bê parastin û pêş ve birin. AKP û dewlet çi dikin bila bikin, wê nikaribin li pêşiya vê pêşketina li Tirkiyeyê bigirin. Tirkiye ketiye ser rêya guherînê. Yên ku ev kirine HDP û hêzên demokrasiyê ne. Divê HDP û hêzên demokrasiyê xwedî li encamên 7'ê Hezîranê derkevin, van encaman biparêzin û bi pêş ve bibin. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji ber vê yekê gelekî girîng in. Tirkiye di werçerxekê de ye û divê ber bi demokrasiyê ve biçe. Ya ku vê bike HDP û hêzên demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê li gelemperiya Tirkiyeyê li Edene, Mersîn, Îzmîr, Stenbol, Enqere, Sêwas, Manîsa, Aydin bi kurtasî li her devera Kurd, Tirk, Tirkmen, Azerî, Erep, Çerkez, Asûrî, Êzidî, Ermenî, kedkar, bi taybetî jin û ciwan, hêzên demokrasiyê, hêzên çep lê dijîn, ji bo serketina di vê hilbijartinê de û lêdana sîleyeke mezin li rûyê Erdogan, AKP û dewletê, bikevin nava hewldaneke awarte. Divê her kes bi awayekî awarte bixebite, biçe ser sindoqan, sindoqan biparêze û bi ser bikeve. Ez bawerim ku ew ê vê bi ser bixînin. Li ser vê bingehê ez ji wan re serketinê dixwazim, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim."