Li derveyî welêt sindoq hatin girtin, HDP bi îdîa ye

Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdayîna li derveyî welat bi dawî bû.

Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdayîna li derveyî welat bi dawî bû. Li hin herêman, li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê tevlîbûn zêde bû. HDP'yî bi îdîa ne ku li gelek herêman bibin partiya yekemîn.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, bi giştî 57 hezar 179 deng hatin bikaranîn û tê texmînkirin ku 17 hezar 200 ji van dengan ên HDP'ê ne.

Li Dusseldorfê, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de 50 hezar 155 kesan deng bi kar anîn, vê carê 57 hezar 521 hilbijêran deng bi kar anîn .

Di dengdayîna li Swêdê de, hejmara hilbijêrên dengê xwe bi kar anîn zêde bûn û 12 hezar 596 hilbijêr çûn ser sindoqan. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de 8 hezar 80 deng hatibûn bikaranîn.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi giştî 13 hezar 632 deng hatin bikaranîn û li gorî tespîtên ne fermî HDP bi rêjeyek bilind li vir bû partiya yekemîn.

Di dengdayîna li Swîsreyê de 41 hezar 740 hilbijêran di nava 18 rojan de dengê xwe bi kar anîn. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ev hejmar 36 hezar 249 deng bûn.