Şehîdên meha Gulanê li Moskowê hatin bîranîn
Şehîdên meha Gulanê yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li Moskowayê bi civînekê hatin bîranîn.
Şehîdên meha Gulanê yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li Moskowayê bi civînekê hatin bîranîn.
Li paytexta Rûsya Moskowê ji bo cangoriyên meha Gulanê civînek li Mala Kurdan hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Berpirsyarê Meclîsa Kurd a Moskowê Reqîq Kamil li ser girîngiya mijarê axivî û anî ziman ku meha Gulanê ji bo gelê Kurd bûye sembola hebûnê.
Refîq Kamil wiha axaftina kir: "Di şexsê Heval Fuat û Heval Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Di nav van çend rojan de me şahadeta du cangoriyên mezin bihîst. Hevrê Fuat û Heval Riza, ev ji bo me xemginiyeke mezin bû. Her du heval di temenên xwe yên herî ciwan de tevlî Koma Rêber Apo bûn. Bû pêncî sal zedetir di nav tekoşînê de di nav zor û zehmetiyan de têkoşiyan. Bi hezaran mirov perwerde kirin. Berhemên ku wan ji bo gelê Kurd û civaka Rojhilata Navîn hişt pir in."
Refîq Kamil got, "Çawa ku civakî dibêjin mirov deyndarê şîrê diya xwe ye, cangiriyên Kurdistanê jî dibêjin ew deyndarê axa welatê xwe ne. Jiyana xwe ya herî pîroz ji bo me gelê Kurd û gelên bindest xistin oxira azadiyê. Em jî wek gelê Kurd deyndarê pêşeng û cangoriyên Kurdistanê ne."
Refîq Kamil wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her wiha bi felsefa Rêber Apo û bi berxwedana cangoriyên Kurdistanê gelê Kurd bu xwedî destketiyên gelek mezin. Ji bo wê jî bi hezaran pirtûk werin nivîsandin jî wê têra berxwedana Rêber Apo û Şehîdan neke. Em wek gelê Kurd ji vir û şûnde kar û xebatên me hin giran û hin berfirehtir e. Em careke din dibêjin bila serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be."
Civîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” “Bijî Rêber Apo”, “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.