Heyeta Swîsreyî: Di 1'ê Mijdarê de em ê li cem aştîxwazan bin
Heyetek ji Swîsreyê, ji bo piştgiriyê bide HDP'ê û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de çavdêriyê bike, diçe Kurdistan û Tirkiyeyê.
Heyetek ji Swîsreyê, ji bo piştgiriyê bide HDP'ê û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de çavdêriyê bike, diçe Kurdistan û Tirkiyeyê.
Heyetek ji Swîsreyê, ji bo piştgiriyê bide HDP'ê û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de çavdêriyê bike, diçe Kurdistan û Tirkiyeyê.
Parlamenterê Keskan ê Kantona Bernê Haşim Sancar, Pispora Projeyên Pêşvebirinê Nîna Scheîder û Asîstan Sûzan Efeltî yên di nava heyeta çavdêr a Swîsreyê de cih digirin, daxuyaniyek dan û sedema 'çima di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li Kurdistan û Tirkiyeyê bin' vegotin.
'LI DIJÎ BÊHIQÛQIYA AKP'Ê DIVÊ EM LI WIR BIN'
Heyetê, bi rexnekirina hevdîtina komek ji Parlamenterên Ewropayê bi Erdogan re li ser pirsgirêka koçberiyê, dest bi axaftina xwe kir û ragihand ku ev hevdîtin bi temamî ji bo parastina berjewendiyên dewletan e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku beşek ji parlamenterên li Ewropayê di nava hewldanên bi vî rengî de ne, lê beşek mezin a parlameteran jî ji bo destekê bidin HDP'ê wê di 1'ê Mijdarê de biçin Tirkiyeyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê ew li dijî bêhiqûqiya AKP'ê bisekinin.
'BILA HESABÊ KOMKUJIYA LI ENQEREYÊ WERE DAYÎN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê û hat ragihandin ku divê AKP û Erdogan daxuyaniyeke berfireh a ji berpirsyariyên xwe yên di vê komkujiyê de bidin û dawî li zextên li ser HDP'ê bînin.
Di daxuyaniya heyetê de hat destnîşankirin, ku bi saya serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, derbeke mezin li sîstema rêveberiya yek şexsî ya li Tirkiyeyê hatiye xistin.
Endamên heyetê dan xuyakirin, ku ji ber projeya demokrasî û azadiyê ya HDP'ê, AKP êrîş dike û got, "Hikûmetê û Erdogan, hevdîtinên aştiyê yên bi PKK'ê re bi awayekî yekalî betal kirin û di bin navê DAIŞ'ê de li hemberî PKK'ê li hundir û derveyî welat dest bi êrîşê kir. Tevî vê yekê, di çarçoveya vê polîtîkaya xwe de azadiya ramanê tine dihesibîne û zexteke mezin li çapemeniyê dike."
'DIVÊ YE JI BO AŞTIYÊ BIKEVE NAVA TEVGERÊ'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan bi polîtîkayên xwe yên roja îro re civakê dike dijberê hev û hat gotin, "Yekîtiya Ewropa (YE) û Swîsre li şûna ku polîtîkaya xwe ya derve bi bazara li ser penaberan bimeşînin, divê ji Tirkiyeyê bixwazin ku ji bo vegera li hevdîtinên aştiyê yên bi PKK'ê re şert û mercan biafirîne. Di şexsê HDP'ê de eger Kurd û derdorên demokratîk li derve werin hiştin, hingî şert û mercên diyalog û aştiyê jî wê li holê nemînin."
'JI BO DESTEKKIRINA HDP'Ê EM Ê LI WIR BIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de piştgiriyê bidin HDP'ê û çavdêriya hilbijartinan bikin, em ê li Tirkiyeyê bin" û hat destnîşankirin ku divê Swîsre bi rêya têkiliyên xwe yên dîplomatîk, zextê li Tirkiyeyê bike ku li hevdîtinên aştiyê vegere.