BI DÎMEN

Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

Şaxê Berlînê yê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê ji bo teşwîqkirina nivîskarên ciwan pêşbirkeke çîrokan lidar xist û diyarî nivîskarê Kurd Fevzî Ozmen kir.

Merasîma xelatdayinê ya Pêşbirka Çîrokên Kurt a 1'emîn a ji bo bîranîna nivîskar û kedkarê wêjeya Kurd Fevzî Ozmen, ji aliyê Şaxê Berlînê yê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê ve bi malovaniya Spore Initiative hate lidarxistin.

Di pêşbirkê de ku ji bo teşwîqkirina nivîskarên ciwan pêk hat, gelek wêjevan amade bûn. Nivîskar Meral Şîmşek di merasîma xelatdayinê de axivî û anî ziman ku li gel qedexe û zextê jî zimanê Kurdî xwe xwe parastiye û wê hîn jî xwe biparêze.

Di merasîmê de Ehmedê Xanî, Cigerxwîn, Meryem Xan hatin bîranîn û hate ragihandin ku mamoste Fevzî Ozmen jî xelekek ji vê zincîrê bû, lewma pêşbirk bi navê wî hatiye lidarxistin.

Hevserokê Enstîtuya Kurd a Berlînê Sînan Alptekîn jî bal kişand ser keda Fevzî Ozmen a li ser zimanê Kurdî.

Di dawiya merasîmê de çîrokên ku hêjayî xelatê hatin dîtin hatin xwendin û nivîskarên ciwan xelatên xwe wergirtin. Mesût Kaya, Abdulselam Aksû, Bêrîvan Karatorak, Aram Zoza, Mûkaddes Akin Yildiz hêjayî xelatê hatin dîtin.

Yekemîn pêşbirka çîrokên Kurd a Fevzî Ozmen bi stranên hunermend Talar Yeşîl bi dawî bû.