Davûtoglû li xwe mukur hat ku DAIŞ'ê diparêzin

Serokwezîrê Tirk Davûtoglû, li xwe mukur hat ku wan du caran êrîşî hêzên parastinê yên Rojava kirine.

Serokwezîrê Tirk Davûtoglû, li xwe mukur hat ku wan du caran êrîşî hêzên parastinê yên Rojava kirine.

Davûtoglû got, "Me got; PYD wê derbasî Bakurê çemê Firatnê nebe û me du caran li wan dan."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku duh û pêr, ji mewziyên artêşa Tirk ên li ser sînor 2 caran êrîş li hemberî wan hatiye kirin.

Serokwezîrê Tirk Davûtoglû duh êvarê di bernameya televîzyonekê de li vê êrîşê mukur hat. Davûtoglû got, "Me got; PYD wê derbasî Bakurê çemê Firatnê nebe û me du caran li wan dan."

CERABLÛS ÇIMA GIRÎNG E?

Herêma ku Davûtoglû jê re dibêj "Bakurê Firatê" Cerablûs e. Weke ku tê zanîn Cerablûs ev saleke ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin. Piştî ku Girê Spî hat azadkirin, bi tenê deriyekî sînor di destê Tirkiye û DAIŞ'ê de ma. DAIŞ deriyê sînor ê Cerablûsê ji bo veguhastina endam, lojîstîk û çekan bi kar tîne. Tirkiye jî ji bo nehêle kantonên Rojava bigihêjin hev û korîdora ji bo çeteyan heta Helebê biparêze, dixwaze Cerablûs di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bimîne. Ev daxuyaniya dawî ya Davûtoglû mîna mukurhatina li desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê û dijberiya YPG'ê tê dîtin.