Endamên DAIŞ'ê yên li Antalyayê hatin berdan

Li Antalyayê, 3 kesên ku bi gumana "endaman ji DAIŞ'ê re peyda dikin" hatin girtin, ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan.

Li Antalyayê, 3 kesên ku bi gumana "endaman ji DAIŞ'ê re peyda dikin" hatin girtin, ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan.

Di rûniştina li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê de bersûc E.D. ê ku dema du çeteyên DAIŞ'ê dibir Sûriyeyê hat girtin, anî ziman ku wî ev her du kes bi tenê biriye Dîlokê.

Birayê E.D. ê girtî bersûc Y.S.D. li xwe mukur hat ku ew bi rêyên qaçax çûye Sûriyeyê û hatiye. Y.S.D. diyar kir ku ew bi armanca alîkariya însanî çûye Sûriyeyê û ev karê xwe jî bi rêya Weqfa Alîkariya Însanî ya Azadî û Mafê Mirovan (ÎHH) ku navê wê bi TIR'ên MÎT'ê ket rojevê, kiriye.

Bersûcê girtî S.B. jî da xuyakirin ku wî li Sûriyeyê alîkariya însanî kiriye. Bersûcekî din ê girtî O.Ç. jî got, "Ez ji DAIŞ'ê hez dikim."

3 ENDAMÊN DAIŞ'Ê HATIN BERDAN

Heyeta dadgehê, piştî wergirtina îfadeyê biryar da ku ji bersûcan S.B., E.D. û birayê wî Y.S.D bên berdan. Bi vî rengî di dozê de bi tenê çeteyekî girtî ma.