Der barê Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî de ku got "PKK ne rêxistina terorê ye" bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" kiriye bi daxwaza ji sal û nîv heya 7 sal û nîv cezayê hepsê doz hate vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, der barê Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî ku di bernameya Ahmet Hakan de gotibû "PKK ne rêxistina terorê ye", lêpirsîna ku bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" kiriye dabû destpêkirin amade kir. Serdozgeriyê, îdîaname şand Dadgeha Ceza ya Giran a 2. a Bakirkoyê. Dadgeh wê di navbera 15 rojan de îdîanameyê red an jî qebûl bike.
Di îdîanameya serdozgeriyê de tê gotin ku divê PKK wek "rêxistina terorê" were binavkirin û ji bo Elçî bi hinceta "bi reya çapemeniyê propagandaya rêxistinê" kiriye ji sal û nîv heya 7 sal û nîv cezayê hepsê tê xwestin.