Ji JÎTEM'ê ber bi DAIŞ'ê ve

Derket holê ku serkêşekî koma 'Dokûmacilar' a li Semsûrê, endamekî berê yê JÎTEM'ê Osman Karli ye. Karli 'parêzvanê' qralê qumarxaneyan Omer Lutfî Topal bû, ku ji aliyê ekîba Abdullah Çatli ve hat kuştin.

Derket holê ku serkêşekî koma 'Dokûmacilar' a li Semsûrê, endamekî berê yê JÎTEM'ê Osman Karli ye. Karli 'parêzvanê' qralê qumarxaneyan Omer Lutfî Topal bû, ku ji aliyê ekîba Abdullah Çatli ve hat kuştin.

Xebatên çeteyên DAIŞ'ê yên li Semsûrê, ne tenê ew xebatên ji aliyê Mûstafa Dokûmaci û birayên wî ve ku weke 'lîsteya bombeyên zindî' hat ragihandin, tên meşandin e. Daneyên herêmî û çavkaniyên ji ANF'ê re axivîn, işaret bi gelek nav û navnîşanên ku heta niha qet neketine rojevê dikin.

Ev xeleka derdikeve holê, di heman demê de yek ji navendên xebatên DAIŞ'ê yên li Kurdistanê ye.

Dema mirov agahiyên ji herêmê hatine wergirtin tînin ber hev, hingî qedemeyeke din a tevna çeteyan a berî 2 salan destpê kir û îro mezin bû, ronî dibe.

Ebû Hanzala (Halîs Bayancûk) ê ku weke berpirsyarê DAIŞ'ê yê li Tirkiyeyê tê zanîn, lê beriya wê bi bavê xwe re endamê Hîzbulkontra bû û piştî ku çend caran hat binçavkirin û berdan, li dû Komkujiya Pirsûsê bû 'mêvanê' girtîgehê, beriya 2 salan hat Semsûrê. Sedema hatina Bayancûk ji bo gundikê Gulberan ê gundê Karadût ê navçeya Kalikê, ji bo serxweşiya ji ber mirina bavê hevalê wî Osman Karli bû. Lê belê bûyerên ku piştre qewimîn nîşan dan, ku serxweşî bi tenê tamûflaj bû.

OSMAN KARLI KÎ YE?

Endamê berê yê Hîzbûlkontra Bayancûk ê ji Çewlikê û Osman Karli yê ji Semsûrê ji kengî ve hevalên hev in, Osman Karli kî ye?

Osman Karli, milê rastê yê qralê qumarxaneyan Omer Lutfî Topal ê hat kuştin e. Omer Lutfî Topal, ji aliyê çeteya Abdullah Çatli ya JÎTEM'ê, ku di nava dewletê de gelekî xurt û teşhîr bû û li ser vê yekê hat tesfiyekirin ve hat kuştin. Ji ber ku endmên çete wke 'parêzvan' li dora Topal civiyabûn, kuştina wî hêsan bû. Piştî kuştina Topal, 'baskê wî yê rastê' bi hinceta ku wezîfeya xwe qedandiye, hat bihêzkirin. Piştî demekê tê cem malbata xwe gundikê Gulberan ê gundê Karadûk ê navçeya Semsûr Kalikê. Li vê derê, li cihekî nêzî Çiyayê Nemrûdê karê cafe, restorant, pansiyonê dike. Malbata Karli di heman demê de karê parastina berhemên dîrokî û derdora Nemrûdê jî wergirtiye.

CEM ERSEVER KIRIBÛ MÊVANÊ XWE

Her kes bi têkiliya Karli ya bi JÎTEM'ê re dizanîbû. Gundikê Gulberan ku berî 2 salan Ebû Hanzala kir mêvan, damezrînerê JÎTEM'ê Cem Ersever jî ji bo 45 rojan kiribû mêvan. Her wiha ev herêm, di salên 90'î de weke weke yek ji depoyên çekê yên JÎTEM'ê dihat bikaranÎn.

GUHERÎNA PIŞTÎ EBÛ HANZALA

Piştî ku Ebû Hanzala ji bo serxweşiyê hat, li gundê Gulberan û derdora wê bûyerên nû qewimîn. Karli yê ku heta wê rojê alkol vedixwar, ji nişka ve guherî û maskeya dîndariyê danî ser rûyê xwe. Ji bo Osman Karli êdî dem bi dem pereyekî zêde tê veguhastin. Nemrût Cafe ya li nêzî Çiyayê Nemrûdê ku bi awayekî fermî ya birayê Karli Nezîr Karli ye, Restoran û Pansiyona Çeşme ya Karli êdî weke navenda koordînasyona xebatên çeteyan (DAIŞ) dixebitin.

BIRAYÊN KARLI LI STENBOLÊ NE

Osman Karli û ekîba wî, bi koma DAIŞ'ê ya li Stenbolê li qada pîknîkê nimêja komî dida kirin re, xwedî têkiliyeke nêz e. Koma ku ev nimêj dida kirin û li Stenbolê xebatên DAIŞ'ê dimeşand, bi giranî li Bagcilar, Bayramtepe û Başakşehîrê tevdigere. Ji vê yekê re jî bira û xizmên Osman Karli pêşengiyê dikin.

YEK JÊ SERCERDEVAN, YÊ DIN JÎ DI NAVA AKP'Ê DE YE

Osman Karli tevahiya malbata xwe û xizmên xwe pêşkêşî ferman dewletê kiriye. Pismamekî wî sercerdevan e, yê din jî di nava rêveberiya AKP'ê ya Semsûrê de cih digire. Her ferdekî malbatê di nava çirava dewleta Tirk, DAIŞ û AKP'ê de ne. 2 biraziyên Osman Karli, di nava refên çeteyan de tê kuştin, lê cenazeyên wan nîne.

PIŞTÎ KOMKUJIYA ENQEREYÊ

Piştî komkujiya Enqereyê çeteyan biryar dan ku xebatên xwe bi dizî bimeşînin û li ser vê yekê deriyê restorant/pansiyonê hatin girtin. Avahiya li jorê vê ya du qatî jî, ku gelek kamera lê hatine bicihkirin, vala xuya dike. Lê belê tê îdîakirin, ku DAIŞ vê avahiyê mîna ku vala kiriye nîşan dide, lê hînê bi kar tîne.

Nemrût Cafe ya li quntarên Çiyayê Nemrûdê, ji aliyê birayê Osman Karli Nezîr Karli ve radestî hevparan hatiye kirin.

BI SEMSÛRÊ RE BI SÎNOR NÎNE

Tê fêmkirin ku ev navenda li Semsûrê dixebite, bi tenê bi Semsûrê re bi sînor nîne, hemû xebatên DAIŞ'ê yên li Kurdistanê organîze dike. Bi taybetî xebatên li xeta Riha û Dîlokê, ji vê navendê tên rêvebirin.

Koma bi serkêşiya Mûstafa Dokûmaci, ku weke 'lîsteya bombeyên zindî' tê naskirin, biryarên ji vê navendê tên wergirtin bi cih tînin û pereyê pêwîst jî di ser Karli re ji wan re tê dayîn.

EMNIYET ÇI DIKE?

Tê zanîn ku hemû xebatên Karliyan ên ji sercerdevantiyê heta rêveberiya AKP'ê, ji endametiya JÎTEM'ê heta DAIŞ'ê, di bin kontrola dewletê de hatine kirin, tên kirin. Haya Emniyeta Semsûrê ji vî karî heye. Hin ji wezîfedarên polîsan dibêjin ku ev rewş ji wan mezintir e û nikare dest lê werdin. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku piştî Komkujiya Enqereyê DAIŞ xebatên xwe bi dizî dimeşîne û li herêmê kampeke ku wan cih tespît nekirine, heye. Herî dawî çend roj berê Osman Karli bi koma xebatên DAIŞ'ê li vê herêmê dimeşîne re, civîneke bi xwarin pêk anî.

...