Tûncel: Li hemberî gefên AKP'ê em bibin yek
Hevberdevka HDK'ê Tûncel di çalakiya bi wesîleya 10. salvegera ÎGKM a ser bi ATÎFG de axivî û banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir.
Hevberdevka HDK'ê Tûncel di çalakiya bi wesîleya 10. salvegera ÎGKM a ser bi ATÎFG de axivî û banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir.
Hevberdevka HDK'ê Tûncel di çalakiya bi wesîleya 10. salvegera ÎGKM a ser bi ATÎFG de axivî û banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir.
Çalakiya salvegera 10. a Navenda Çanda Ciwanên Karker (ÎGKM) a ser bi Federasyona Ciwan û Karkerên Tirkiyeyî li Awûstûryayê (ATÎGF) bi şiyara "ATÎK û HDP bi tenê nînin" hat lidarxistin.
Çalakiya li bajarê Neûnkîrchen ê Awûstûrya Jêrîn hat lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şoreşgerên li Kurdistan, cîhan û herî dawî di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.
Di çalakiyê de Hozan Qamber, Ozan Veysel Aydin, Ozan Rençber, Koma Lîstikên Gelêrî yên Awûstûryayê ya Payerbachê, derketin ser dikê.
Şaredarê Bajarê Neûnkîrchenê Martîn Fasan li vê derê peyivî û got, "Li Nîederosterreîchê, ATÎGF têkoşîneke girîng meşand û li ser vê bingehê, ji ber ku beşek ji van xebatên demokratîk bi şaredariya me re bi rêxistin kir, em kêfxweş in."
Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan a Kurdistanî jî di axaftina xwe ya li vir de, li dijî pêkanînên faşîst banga têkoşîna hevpar kir.
Nûnerê ATÎFG'ê dûre mafê axaftinê girt û êrîşên li hemberî HDP'ê şermezar kir.
'BILA CÎHAN ZANIBE, EM Ê BI SER BIKEVIN'
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku ew dixwazin pira biratiyê ya Denîzan ava bikin û bal kişand ser hurmeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji pêşengên şoreşgerî yên Tirkiyeyê re.
Tûncel têkiliya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, AKP û DAIŞ'ê ya bi hev re nirxand û komkujiya li Enqereyê bibîr xist. Tûncel got, "Bila cîhan tev zanibe, em ê li hemberî zaliman li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Mîna li Kobanê, mîna li Rojava, mîna li Şengalê."
Tûncel her wiha bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û da zanîn, ku bi encamên derkevin holê re pêkane sîstem were guhertin. Tûncel got, "Gelê Kurd li hemberî zext û zordariyên AKP'ê, ku dixwaze sîstemê ji bo xwe biguherîne, pêngaveke şoreşgerî daye destpêkirin. Divê çep-sosyalîst hîn bêhtir li cem hev bisekinin. Divê piştgiriya enternasyonalîst were xurtkirin. Gefa ku îro tê xwarin li hemberî hemû sosyalîstan, Kurdan, Elewiyan, jinan û her kesî ye."