Gelo Îran li Hesekê dest bi rêxistinbûyîneke qirêj dike?

Hat ragihandin, ku Îran di çarçoveya xebatên xwe yên xurtkirina leşkerî ya li Sûriyeyê de, ji bo birêxistinkirina du rêxistinên bi navê Ensar û Hêza Parastina Şoreşa Îranê (Qwat El Heres El Sewrî El Îranî), dest bi kar kiriye.

Hat ragihandin, ku Îran di çarçoveya xebatên xwe yên xurtkirina leşkerî ya li Sûriyeyê de, ji bo birêxistinkirina du rêxistinên bi navê Ensar û Hêza Parastina Şoreşa Îranê (Qwat El Heres El Sewrî El Îranî), dest bi kar kiriye.

Li gorî çavdêrên li herêmê, Îran dixwaze bi vî karê xwe re Mûgannaîan û Megavîr ên ku di şerê 24'ê Tîrmehê yê li Hesekê di navbera rejîmê û DAIŞ'ê rû da de li cem DAIŞ'ê cih girtin kontrol bike, îstîxbarata leşkerî û hewayî ya Sûriyeyê xurt bike û van hêzên di nava gel de deşîfre bûne, bike ku bêhtir bi veşartî bixebite.

Di nava vê rêxistinbûyînê de kî hene?

Mûgannaîn ên cara yekemîn di sala 2013'an de hatin dîtin û rûyê wan girtîne, ku di şerê li Hesekê de ketin bin bandora DAIŞ'ê, Megavîrî yên ku di bin bandora Heccaciyên Îranê de ne û weke hêza fedaî ya rejîma Baasê tên binavkirin, pêşenên Megmûrî û hin eşîrên Ereb ên ku ji Kembera Ereb a rejîma Baas re pêşengî kirin û li herêma di navbera Dêrik-Qamişlo, Qamişlo-Amûdê, Amûdê-Dirbêsiyê, Dirbêsiyê-Serêkaniyê hatin bicihkirin, di nava vê rêxistinbûyînê de hene.

DU ALIYÊN VÊ RÊXISTINBÛYÎ HENE

1- Ensar Sûriye (Dostên Sûriyeyê9

Di nava vê komê de wê hin eşîr û derdorên nêzî rejîmê, her wiha hin Mûgannaîn û Megavîrî yên berê ji rejîmê reviyabûn, cih bigirin.

2- Hêza Parastina Şoreşa Îranê

Hat ragihandin ku ev rêxistinbûyîn wê bi veşartî bixebite, hejmara wê 40-50 kes be û ev ê bi giranî wê Mûgannaîn, Megavîr û Ensar konrol bike.