Serkonsolosxaneya Hambûrgê, gelo navendeke MÎT'ê ye?
Serkonsolosê Tirkiyeyê yê li Hambûrgê Fatîh Ak ku bi têkiliya xwe ya bi AKP'ê re tê naskirin, nehişt rojnamevan Adîl Yîgît bikeve hundirê Serkonsolosxaneya Hambûrgê.

Li gorî biryara nû ya YSK ya 20'ê Cotmehê, rojnamevan Yîgît xwest bikeve hundirê Serkonsolosxaneyê û nûçeyê amade bike, lê belê Serkonsolos Ak jê re bû asteng û got, "Ji bir biçe, tu nikare bikeve hundir, çima we di meha Gulanê de nivîsa me ya tekzîbê neweşandin."
NEHIŞT DENG BI KAR BÎNE, HEQARET LI BAYINDIR JÎ KIR
Bi vî rengî hem nehişt Yîgît dengê xwe bi kar bîne, hem jî karê xwe bike. Di ser de jê re hat gotin ku wê bi îdîaya "heqaret li karmend kiriye" der heqê Yîgît de doz were vekirin.
Parlamentera BDP'ê ya berê Sevahîr Bayindir a di vê kêliyê de li ber konsolosxaneyê bû, nerazîbûn nîşanî rewşê da. Li ser vê heyê ew jî rastî heqareta karmendê konsolosxaneyê hat.
'NAVENDA PROPAGANDA AKP'Ê Û NEVANDA XEBATÊN MÎT'Ê'
Rojnamevan Adîl Yîgît der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Hiqûq û qanûnên li derveyî welat destûrê nade ku terora tirsandinê ya li Tirkiyeyê li hemberî medyayê tê kirin, li derveyî welat bê kirin. Divê îdîayên ku dibêjin, 'Serkonsolosxaneya Hambûrgê ev demeke weke navenda propaganda AKP'ê û navenda karê MÎT'ê dixebite' were aşkerakirin."