Li Romanyayê alîgirê Yekîtiya Ewropayê bi ser ket

Di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Romanyayê de namzetê alîgirê Yekîtiya Ewropayê û navendî Nicușor Dan bi ser ket.

Dan ku şaredarê paytext Bukreşê bû, di tûra duyemîn a hilbijartinê de ku roja Yekşemê hate kirin, ji sedî 54 ê dengan wergirt û serketina xwe îlan kir.

Hevrikê wî yê rastgiriya tund George Simion ku destpêkê li ber encamên hilbijartinê rabû, piştre têkçûna xwe qebûl kir.

Nicușor Dan di axaftina xwe ya piştî serketinê de got, "Ev yek serketina bi hezaran mirovî ye ku bawer dikin, Romanya ber bi aliyê rast ve dikare bê guhertin" û spasiya hilbijêran kir, her wiha banga yekkirina civakê kir.

Ev hilblijartin weke tercîhek di navbera dewamkirina hevkariya bi Yekîtiya Ewropayê û Ûkraynayê, yan jî rastgiriya tund dihate dîtin. Encam weke dewamiya helwesta Romanyayê ya alîgiriya Yekîtiya Ewropa û Ûkraynayê hate şîrovekrin.

Hilbijartin meha Mijdarê bi gumana hewldana destwerdanê ya Rûsyayê hatibû betalkirin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy encama hilbijartinê bi kêfxweşî pêşwazî kirin.