AKP û DAIŞ çima pev çûn? Nûçe-Şîrove
Li Amedê, polîsan avêtin ser malên DAIŞ'ê. Di vê operasyona li du navnîşanên li navçeya Peyasê de pevçûn derket.
Li Amedê, polîsan avêtin ser malên DAIŞ'ê. Di vê operasyona li du navnîşanên li navçeya Peyasê de pevçûn derket.
Li Amedê, polîsan avêtin ser malên DAIŞ'ê. Di vê operasyona li du navnîşanên li navçeya Peyasê de pevçûn derket. Di encama teqîna bombeya li pêşiya maleke li kolana 53'an hatî bicihkirin de 2 polîs mirin. Hat ragihandin ku polîsên mirin e Gokhan Çakici yê ji Çorûmê û Sadik Ozkan ê ji navçeya Edene Tûfanbeyliyê ye. Di vê pevçûnê de 7 endamên DAIŞ'ê jî hatin kuştin.
Ji ber ku hikûmeta AKP'ê ev operasyon di demeke kurt a beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê de pêk anî, di nava şert û mercên asayî de weke lîstikeke hilbijartinê hat fêmkirin. Hikûmeta ku têkiliya xwe ya bi DAIŞ'ê re li qada navneteweyî û herêmî teşhîr bûye, normale ku naxwaze di hilbijartinê de berdêla vê têkiliya qirêj bide.
DI RASTIYÊ DE ÇI QEWIMÎ?
AKP'ê dizanîbû ku ji ber têkilî û hevkariya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê re wê di hilbijartinê de zerarê bibîne. Hikûmeta ku fermana operasyonê da, xuyaye xwestiye bi tenê çeteyan bin çav bike. Lê belê ji ber ku çeteyan bersiv dan, her du aliyan windahî dan.
Ji ber ku adresa çeteyên DAIŞ'ê lê bûn, gelekî nêzî avahiya DBP'ê ya berê û komeleya Welatiyên Azad a niha ye, aşkera ye ku çeteyan amadekariya êrîşeke gengaz kirine. Li gorî hin çavdêrên siyasî, ji ber ku AKP'ê nikarîbû encamên êrîşeke bi vî rengî rake, neçar maye operasyonê pêk bîne.
GELO ÎSTÎXBARTA OPERASYONÊ JI ROJAVA HAT?
Li aliyê din, li gorî hin agahiyên ANF'ê ji hin çavkaniyan wergirtî; AKP neçar ma vê operasyonê bike. Der barê hucreyên ku operasyon lê hatin kirin, rayedarên Rojavayî di ser hin dewletên rojavayî re, agahiyên şênber dan. Van dewletan jî zext li AKP'ê kirin. Yanî di pêkanîna vê operasyonê de hişyariyên dewletên hêzên koalîsyonê, ku ji AKP'ê xwestine helwesteke vekirî nîşan bide û gavên şênber biavêje, rola diyarker lîstine. Her çend AKP'ê heta niha di peyvê de car carna DAIŞ'ê hedef digire jî, bi hêsanî tê dîtin û fêmkirin ku ev hedef girtin ne cidî ye. Ji xwe, di operasyonên xwe yên bi navê 'Şerê li dijî PKK û DAIŞ'ê de, ku li ser zexta dewletên koalîsyonê da destpêkirin, hînê çeteyekî bi tenê yê DAIŞ'ê nekuştiye. Êdî pêwîstî bi 'mirinê' hebû û ji bilî vê ti şensê AKP'ê nemabû.
PIŞTÎ ENQEREYÊ POŞMAN BÛ
DAIŞ xwedî potansiyela êrîşeke mîna Pirsûs û Enqereyê yan jî encamên ji van girantir derxîne holê ye. Di êrîşa 10'ê Cotmehê ya ku zêdeyî sed aştîxwaz hatin qetilkirin de, yekser AKP berpirsyar hatibû dîtin. Lê bi encamên anketan re jî derket holê ku mînaka Enqereyê beriya 1'ê Mijdarê encameke li dijî AKP'ê derxistiye holê. Vê yekê jî ji xwe hîn bêhtir berê wê da operasyona ji neçarî bimeşîne.
NAXWAZE DAIŞ'Ê BÊBANDOR BIHÊLE
Her wiha bi sedan endamên DAIŞ'ê yên çûn Sûriyeyê û piştî li dijî Kurdan şer kirin vegeriyan Tirkiyeyê, bi agahdariya MÎT, TSK û vîna siyasî vegeriyan. Ji aliyê MÎT'ê û îstîxbaratên bajaran ve tê zanîn ku ev niha li ku dijîn û pozîsyona wan çi ye. Lê belê ji ber tifaqa xwe ya li dijî Kurdan, naxwaze DAIŞ'ê bi temamî bêbandor bike.