Hilbijartinên Portekîzê: Rastgiriya 'nerm' bi ser ket

Di hilbijartinên giştî yên Portekîzê de Tifaqa Demokratîk (AD) a bi serkêşiya Serokwezîrê rastgirê nerm Luis Montenegro bi ser ket. Lê belê nekarî piraniya wekîlan bi dest bixe.

Li gorî encamên fermî AD'ê ji sedî 32.7 ê dengan wergirt û bû partiya yekemîn. Lê belê li parlamenta ku 230 kursiyan tenê 89 wekîl bi dest xist. Ji bo serweriya li parlamentê p^wîstiya xwe bi 116 kursiyan hebû.

RASTGIRIYA TUND DENGÊ XWE ZÊDE KIR

Di hilbijartinê de encama herî balkêş ew bû ku partiya Chega (Bes e) ya rastgiriya tund dengê xwe zêde kir. Chega bi rêjeya ji sedî 22.6 ê dengan hindik ma xwe bigihîne Partiya Sosyalîst (PS) û bibe muxalefeta bingehîn. Herdu partî niha xwedî 58 parlamenteran e û weke hev in.

Lîderê Chega André Ventura di şeva hilbijartinê de got, "Êdî ti tişt wê weke berê nebe. Sîstema ji du partiyan bi dawî bû."

Montenegro li gel serketina hilbijartinê red dike ku bi Chega re hikumetê ava bike. Ev rewş dikare Portekîzê careke din bixe nava demeke nediyar a siyasî.