BI DÎMEN

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin bîranîn

Meclîsa Gel a Gavleborgê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiyeke bîranînê lidar xist.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Meclîsa Gel a Gavleborgê ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiya bîranînê lidar xist. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.

Destpêkê Hevseroka Meclîsa Gel a Gavleborgê Jîn Haco axivî û anî ziman ku PKK partiya şehîdan e û ew di şexsê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan de şehîdan hemûyan bi minetdariyeke mezin bi bîr tînin.

Cemal Rojhelatî piştre axivî û bi bîr xist ku Rêber Apo gotiye rêberên rasteqîn ên PKK'ê şehîd in, ew jî xizmetkarê wan şehîdan e.

Haydar Rojava jî qala kesayetiya Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan kir û anî ziman ku wan herî zêde Rêber Apo fêhm kirin.

Beşdarên bîranînê jî têkildarî herdu şehîdan hestên xwe anîn ziman.