HDP wê bi deh hezaran hilbijêrên li bajarên cuda bibe ser sindoqan

HDP, ji bo welatiyên ku ji neçarî divê li bajarên cuda dengê xwe bi kar bînin bibe ser sindoqan, Navenda Koordînasyona Hilbijêran a bi Tevger, ava kir.

HDP, ji bo welatiyên ku ji neçarî divê li bajarên cuda dengê xwe bi kar bînin bibe ser sindoqan, Navenda Koordînasyona Hilbijêran a bi Tevger, ava kir.

Koordînasyona ku heta niha xwe gihandiye 20 hezar hilbijêran, dixwaze heta 1'ê Mijdarê 60 hezar hilbijêran bibe ser sindoqên li bajarên jê hatine. Koordînasyonê ji bo birin û anîna welatiyan, bi fîrmayên otobusan, komeleyên heremî û federasyonan re hevdîtin kir û ji hilbijêran dixwazin ku serî li komîteyên hilbijêran ên li rêxistinên HDP û DBP'ê yên li bajar û navçeyan bidin.

Koordînasyona ku ji niha ve dest bi veguhastina hilbêran kiriye, bang kir ku her kes dengê xwe bi kar bînin.

Ji bo hilbijêrên dixwazin ji xizmeta Navenda Koordînasyona Hilbijêran a bi Tevgera sûdê werbigirin, ev nûmarayên telefonê hatin dayîn: 

0530 1052121
0532 5776888