ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP'ê ji ber "qedexeya derketina derve" serî li DDB da
Beştaş a HDP'yî "qedexeya derketina derve" bir ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB). Beştaş diyar kir ku bi qedexeyan re Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî hatine binpêkirin. -
Parlamentera Iraqî ji hikûmetê xwest piştgiriyê bide PKK'ê
Parlamentera Koma Hevpeymana Niştimanî ya Parlamenta Iraqê Aliye Niseyif bal kişand ser tecrûbe û têkoşîna serketî ya PKK'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û bang li hikûmeta Iraqê kir, ku piştgiriyê bide PKK'ê. -
Hêzên Dewletê, Class Otel ji xwe re kirin biryargeh!
Li Amedê, êrîşên hêzên dewletê û berxwedana gel dewam dike. Polîs li ser avahiyên bilind ên li bajêr bi cih bûne û bi çekên giran êrîşî taxên nikarin bikevin navê dikin. -
Caferî: Hebûna leşkerên Tirk êrîşa li dijî Iraqê ye
Caferî da xuyakirin ku heyeta Tirkiyeyê ya ji bo serdanên fermî hat Iraqê qebûl kir ku yekîneyên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişîne, lê belê ev soza xwe bi cih neanîne. -
Gelo artêşa Tirk hin yekîneyên din şand Başîka?-HAT NÛKIRIN
Yekîneyên leşkerî yên artêşa Tirk duh şev saet di 23:00 de, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bûn. Ev konvoya leşkerî di ser Zaxo re derbasî herêma Başîka bû. -
Iraq: Ketina leşkerên Tirk li nava xaka welêt nayê qebûlkirin
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm li Bexdayê bi Serokwezîr Haydar el Ebadî, serokê meclîsê Selîm el Cûbûrî û lîderên partiyên siyasî re hevdîtin kir. -
AKP û DAIŞ li Stockholmê hatin protestokirin
AKP û çeteyên DAIŞ'ê ku bombeyan li ser gelê Kurd dibarînin û qetlîaman dikin, li paytexta Swêd Stockholmê duh bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin. -
Firotina çekan li cîhanê kêm bû, lê di nava şîrketên Tirk û Rûs de zêde bû
Li gorî rapora firotina çekan a 2014'an a Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI), li gelemperiya cîhanê firotina çekan kêm bû. Lê li nava şîrketên Rûs, Elman û Tirk de qat bi qat zêde bû. -
Li Menemenê protestoya Sûrê rastî êrîşa polîsan hat
Ciwanên li Menemenê ya Îzmîrê hewldanên qetlîamê û qedexeya kolanan a dewletê ya li ser navçeya Sûrê ya Amedê protesto dikirin rastî êrîşa polîsan hatin, 4 kes hatin binçavkirin. -
YNK û GORAN: PKK’e wek hêzek li dijî terorê bê qebûlkirin
YNK û Goran, mijara hevkariya têkoşînê ya bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re ya li dijî DAIŞ’ê birin Parlamentoya Iraqê. -
Li Bonn protestoya tecrîdê
Li bajarê Bonn ê Elmanya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. -
Yuksekdag: Xendeka herî mezin di mejiyê AKP’ê de ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên HDP’ê û Hevşaredarên DBP’yî, têkîldarî êrîşên li Sûrê didimon li Amedê civînek çapemeniyê li dar xistin. -
YDG-H: Wê xendek neyên girtin
YDG-H diyar kir ku wê xendek neyên girtin, bang li gelê Kurd kir ku qadên berxwedan lê didome bernedin. -
Endamê PE’yê Mîke: Tirkiye petrola DAIŞ’ê bi nîv buhayî dikire
Parlamenterê Polonyayî yê ji Parlamenta Ewropa Yanoj Korvîn Mîke diyar kir ku Erdogan û malbata xwe hevkarên petrola qaçax a DAIŞ’ê ne. -
Dewleta Tirkiyeyê li Bexdayê bi xwepêşandanekê hat protestokirin
Komeke ji Iraqiyan a li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Bexdayê kom bû xwest, leşkerên Tirk demildest ji welatê wan derkevin. -
Li Îtalyayê komkujiyên Gladyo û Dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, di salvegera qetilkirina 17 kesan ji aliyê Gladyo ve di 12'ê Kanûna 1969'an de, bi dehan saziyan çalakiyeke hevpar lidar xistin. Kurdistaniyên li vî bajarî dijîn jî, destek dan çalakiyê. -
Ji rojnameyên Elman nûçeyên bêbingeh!
Rojnameyên Elman ên bi navê Tageszeîtûng Munchen û Abendzeîtûng Munchen, der barê welatparêzê Kurd Omer Kalayci yê hat girtin de nûçeyên bêbingeh weşandin. -
Çandar: Tirkiye bû sedema ku DAIŞ pereyan qezenç bike
Li panela Viyanayê pêşketinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn hat gotûbêjkirin. -
Fîsas: Çek berdan ne şertê destpêkê ye, encam e
Fîsas di Konferansa Derfetên Derbaskirina Qrîzê û Pêvajoya Çareseriyê de axivî û wiha got: “Çek berdan ne şertê destpêkê ye, encam e.” -
Ji KCD-E banga li hember faşîzmê bibin dengê berxwedanê
Ji Hevserokatiya KCD-E banga li hember faşîzmê bibin dengê berxwedanê û xwerêveberiyê ava bikin. -
Li Parîsê li hember êrîşên AKP’ê daxuyaniya çapemeniyê
Li Parîsê ji bo protestokirina dagirkerî û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê yên ku li dijî xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. -
‘Kurê min qetil kirin, îşkence li bavê wî kirin’
Xizmên windahiyan ên Bakurê Kurdistanê, lêgerîna xwe ya ji bo edaletê didomînin. Malbatan, li Colemêrg û Şirnexê hesab ji dewletê xwestin. Turkan Elçî ya beşdarî çalakiyê bû, bang kir ku “Qatilan aşkera bikin”. -
‘Ez bi dapîra xwe re ev 22 sal in li bavê xwe digerim!’
Dayikên Şemiyê di hefteya 559. a lêgerîna edaletê de hatin cem hev. Di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku 22 sal berê hat windakirin hat pirsîn. -
Qetilkirina Elçî li Lûzern hat protestokirin
Di pêşengtiya Ciwanên Azad de komek ciwan li bajarê Lûzern ê Siwîsreyê kom bû, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî protesto kir, daxwaz kirin ku qetlîam bê ronîkirin. -
Ji Parlamenta Awûstûryayê biryara dîrokî ya ji bo Kobanê û Şengalê
Parlamenta Awûstûryayê, ji alîkariyê bide xebatên ji nû ve avakirina Kobanê û Şengalê, biryarnameya ket rojeva Civata Giştî ya Meclîsê bi biryara hevpar a hemû partiyan, erê kir.