Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

Di bîranînên ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de wiha hate gotin, “Ew xwe birêxistin kirin, gelê xwe birêxistin kirin û rêxistinbûnekî ava kirin. Tişta ku dikeve ser milê me jî ew e ku vê heqîqetê rast fêm bikin û jiyanî bikin.”

Sersaxî û bîranînên ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate ragihandin, dewam dikin.


STENBOL

Di bîranînên li navçeyên Sancaktepe, Esenyûrt, Bagcilar û Sancaktepe yên Stenbolê de bi dehan kes tevlî bûn. Di bîranînê de goşeyekî ku ji rengên kesk, sor û zer pêkdihat hat amadekirin û wêneyên Rêber Apo, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn cih girtin. Di bîranînê de piştî sînevîzyonên li ser jiyana Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, deqîqeyek rêz hat girtin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate berzkirin.

ESENYÛRT

Li avahiya DEM Partî ya navçeya Esenyûrtê bîranîn hate lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyên Rêber Apo, Kaytan û Altûn cih girtin. Nûnerên DEM Partî, ANYAKAY-DER, MATUHAYDER û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Sînevîzyona li ser jiyana Kaytan û Altûn hate pêşandan.

SANCAKTEPE

Li rêxistina DEM Partî ya navçeya Sancaktepeyê sersaxî îro jî dewam kir. Nûnerên DEM Partî û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û sînevîzyona li ser Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate pêşandan. Gelê ku serdana sersaxiyê kir, peyamên sersaxiyê dan.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes tevlî bîranîna rêxistina DEM Partî ya navçeya Tarsûsê bûn. Di salonê de wêneyên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn cih girtin. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û gelek caran dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana têkoşînê ya Kaytan û Altûn hate pêşandan.

Yek ji şahidên Berxwedana Sîweregê ya 1979’an Muzaffer Guzeler diyar kir ku wê demê Altûn nas dikir û wiha got; “Bi rastî jî hevalê me Riza Altûn xwe fedayî vê dozê kiriye. Yek ji fermandarên PKK’ê bû. Em çi jî bikin nikarin ked û berdêla wî bidin.”