ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di operasyonên qirkirina siyasî de bi dehan kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê dewleta AKP'ê ve tê meşandin de, gelek kes hatin binçavkirin. -
Li Edene û Mersînê gel li ber xwe da, polîs vekişiya
Bi arrmanca şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, gel li Edene û Mersînê daket kolanan. Polîsan li van deran êrîşî gel kirin û di encama berxwedana gel de polîs neçar man xwe vekişînin. -
Serhildana Gel a bi rastî - Selahattîn Erdem
Dibêjin, ji kêştiya noqî avê dibe, pêşî mişk direvin. Di kêştiya dagirkeran de jî pêşî mamoste direvin. Rejîma kolonyalîst, berî komkujiyan bide destpê kirin, mamosteyên rejîmê paş de kişandin. -
Li Champîgnyê panela li ser mijara "Ocalan û pirsgirêka Kurd"
Li banliyoya Champîgny a Parîsê, li ser mijara "Ocalan û pirsgirêka Kurd" panelek hat lidarxistin. Di panelê de li dokûmantera derhêner Lûîs Mîranda ya "Ocalan û pirsgirêka Kurd" hat temaşekirin. -
Îlahiyatnas Tûrgay: Pesnê xwe nede, wê mîna Saddam li te bê
Profesorê Îlahiyatê Nûrettîn Tûrgay ê beşdarî 2. Şûraya Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk bû got, "Li Tirkiyeyê dema mirov dibêje 'ez Kurd im', ne carekê, hezar carî mexdûr dibin." -
Taylan Ozgur Kahraman hate bibîranîn
Taylan Ozgur Kahraman ê ku 21’ê Kanûnê 1998’an jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn. -
Li Parîsê êrîşên dewleta Tirk hat protestokirin
Li Parîsê Kurdistanî, ji bo li hember qetîlamên faşîzma AKP’ê ya li ser Kurdistanê, ji qada Bastille heta qada Repûblique bi dirûşmên “ TC Ji Kurdistanê Derkeve” û “ Kurdistan Berxwedan E” ve meşiyan. -
Dewleta Tirk li Adelaîde hat protestokirin
Terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li bajarê Adelaîde yê Avûstralya bi girseyî hat protestokirin. -
Li Îzmîrê gelek birîndar û binçavkirî hene
Polîsên Tirk êrîşî girseya ku dixwest li Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê bede kir. Gelek birîndar û binçavkirin hene. -
Terora dewletê li Mersînê tê protestokirin
Esnafên li Mersînê, bi armanca şermezarkirina komkujî û êrîşên li hemberî gelê Kurd, dikanên xwe venekirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin: Li Îdir û Aydinê 20 kes hatin binçavkirin
Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Di serdegirtinên li Îdir û Aydinê de 20 kes hatin binçavkirin. -
Hevserokê Keskan: Tirkiye li dijî gelê xwe şer dike
Partiya mûxalefetê ya Elman, ji ber şerê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne rexneyên tund kir û ji Elmanya û Yekîtiya Ewropayê xwest, ku nebin şirîkê sûcên Erdogan. -
AKP dixwaze personelên Servîsa Ambûlansê bi mecbûrî bişîne qada şer
Li Îzmîrê, ji personelên 112 Servîsa Ambûlansê tê xwestin ku bi wezîfeya mecbûrî re ji herêma şer re bên şandin. -
Plana gemarî ya Enqereyê ya li ser Mûsilê têk çû
Di daxuyaniyê de 'Krîza Mûsilê' ya bi Bexdayê re rû da, weke 'pirsgirêka ragihandinê' hat nirxandin û hat gotin li dijî DAIŞ'ê ew amade ne 'bi hev re' bixebitin. -
Qurbaniyên komkujiyên Mereş û 19'ê Kanûnê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Nantes û li paytexta Belçîka Brukselê, komkujiya Mereşê û komkujiya 19'ê Kanûnê ya li girtîgehan hatin protestokirin. -
Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a Kopenhagê çalakî
Terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li Danîmarkayê hat protestokirin. Girseyê ji Stasyona Svanemølle ber bi Konsolosxaneya Tirk meşek li dar xist, peyam da ku roj roja xwedîderketina li Kurdistanê ye. -
Bi hezaran kesî ji Swîsreyê bang kirin: Wê mêtingerî têk biçe
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Swîsreyê daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin, berxwedana xwerêveberiyan silav kirin. -
Li Grazê tecrîd û terora dewletê hat protestokirin
Li bajarê Graz ê Avûstûrya ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta AKP’ê yên li ser Kurdistanê meşa protestokirinê hat lidarxistin. -
Li Mêrsîn û Edeneyê çalakiyên ji Ocalan re azadî
Li Mêrsîn û Edeneyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. -
Dayikên Şemiyê: Ew ê nikaribin bi Kurdan!
Dayikên Şemiyê, vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Endama Dayikên Şemiyê yên Cizîrê û hevjîna Îbrahîm Demîr ê ku di bin çav de hate wiendakirin Sûltan Demîr peyam şand çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê. -
Prof. Farid Esack: Ya girîng ji bo kesên din rabûna ser piyan e
Yek ji ramangerê girîng ê Îslamê Prof. Dr. Farid Esack ê ji Başûrê Afrîkayê, beşdarî civîna Kongreya Îslama Demokratîk bû. -
Serokê Fermandariya Giştî Akar û fermandarên hêzan li Şirnexê ne
Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk Hûlûsî Akar, tevî fermandarên hêzên artêşa Tirk hatin Şirnexê. -
Girseya gel a ji bo şermezarkirina komkujiyê çû Mereşê hatin astengkirin
Ji ber 37. salvegera Komkujiya Mereşê, mirovên ji bo bîranîna mirovên jiyana xwe ji dest dane berê xwe dan Mereşê, lê belê li pêşiya bajêr hatin astengkirin. -
Li Sûltangaziyê 7 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Stenbol Sûltangaziyê, duh bi şev 7 wesayît hatin şewitandin. -
Keştiya koçber tê de bûn binav bû: 18 kesan jiyana xwe ji dest dan
Ji ber binavbûna keştiyek koçber tê de bûn 18 kes xeniqîn. Di karesatê de 14 kes jî bi birîndarî rizgar bûn.