YNK û GORAN: PKK’e wek hêzek li dijî terorê bê qebûlkirin
YNK û Goran, mijara hevkariya têkoşînê ya bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re ya li dijî DAIŞ’ê birin Parlamentoya Iraqê.
YNK û Goran, mijara hevkariya têkoşînê ya bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re ya li dijî DAIŞ’ê birin Parlamentoya Iraqê.
YNK û Goran, mijara hevkariya têkoşînê ya bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re ya li dijî DAIŞ’ê birin Parlamentoya Iraqê.
Di rûniştina îro ya civîna Parlamentoya Iraqê de butçe û hatina leşkerên Tirk a Mûsilê hat gotûbêjkirin, mijara hevkariyê ya ji ber serketina têkoşîna PKK’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê, yek ji mijarên sereke ya civînê bû. Parlamenterên Iraqê yên Yekîtiya Welatparêzên Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran, Ala Telebanî û Hoşyar Abdulah diyar kirin ku PKK’e êdî wek partiyek terorî neyê dîtin, daxwaz bi awayekî fermî ji hikûmeta Iraqê re kirin ku wek hêzek li dijî terorê têdikoşe bê naskirin.
Di rûniştina civîna Parlamentoya Iraqê de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Halît El Ûbeydî jî amade bûn. Di rûniştina îro ya Parlementoyê de li gel gotûbêjên butçeya Iraqê jî, hatina leşkerên Tirk a herêma Başîqa ya Mûsilê û hebûna PKK’ê ya li herêmê jî hate bidestgirtin.
Yek ji mijara girîng a rûniştina civîna Parlementoya Iraqê ew bû kû Serokê Koma YNK’ê Ala Telebanî û Serokê Koma Tevgera Goran Hoşyar Abdulah xwestin ku PKK’e bi awayekî fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê wek hêzek li dijî terorê têdikoşe bê naskirin.
Talabanî û Abdulah diyar kirin ku têkoşîna PKK’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê roleke mezin dilîze, ji ber vê sedemê divê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek hêzeke li dijî terorê têdikoşe bê naskirin.