Ji Parlamenta Awûstûryayê biryara dîrokî ya ji bo Kobanê û Şengalê

Parlamenta Awûstûryayê, ji alîkariyê bide xebatên ji nû ve avakirina Kobanê û Şengalê, biryarnameya ket rojeva Civata Giştî ya Meclîsê bi biryara hevpar a hemû partiyan, erê kir.

Parlamenta Awûstûryayê, ji alîkariyê bide xebatên ji nû ve avakirina Kobanê û Şengalê, biryarnameya ket rojeva Civata Giştî ya Meclîsê bi biryara hevpar a hemû partiyan, erê kir. Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan diyar kir ku biryara hatiye stendin wê canê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan gelekî biêşîne û destnîşan kir ku ev biryar ji bo welatên endamê Yekîtiya Ewropayê biryareke mînakdar e.

Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ya bi destana berxwedanê li cîhanê deng veda û Şengal a rastî êrîşeke dijwar a çeteyan hat, biryarnameya pêşkêşî Parlamenta Awûstûryayê hat kirin, bi yekdengiyê hat qebûlkirin. Parlamenta Awûstûryayê ku di 20'ê Mijdara 2014'an dema êrîşên dijwar ên li hemberî Kobanê de biryarnameyeke bi heman rengî derxist, bi vê biryara xwe re di nava welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) de bû welatê yekane ku ji bo Kobanê biryara liv û tevgerê wergirtiye.

Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan ku di wergirtina vê biryara dîrokî de têkoşîneke mezin û xebateke berfireh a lobî meşand, ji ANF'ê re axivî.

NAVÊ KOBANÊ BANDOR LI WERGIRTINA BIRYARÊ KIR

Aslan ragihand ku biryarên bi vî rengî xwedî dînamîkeke cuda ne û da zanîn ku erêkirina vê biryarê ji aliyê hemû partiyên siyasî yên li parlamentê, rewşeke dîrokî ye. Aslan destnîşan kir ku bi vê biryarê re ji nû ve avakirina Kobanê û Şengalê veguheriyeke polîtîkayeke fermî ya dewleta Awûstûryayê.

Parlamentera Kurd Aslan da xuyakirin ku navê Kobanê ya bi destaneke berxwedanê ya li dijî çeteyên barbar li cîhanê deng veda, di wergirtina vê biryarê de roleke girîng lîstiye. Aslan diyar kir ku li Parlamenta Awûstûryayê ya bi hikûmeta koalîsyonê tê birêvebirin, wergirtina biryaran bi hevdengiya hemû partiyan, kêm caran tê dîtin. Aslan ragihand ku ji ber ferzên Destûra Bingehîn a Awûstûryayê desteka çekdarî nayê dayîn, lê belê ji bo bi rê û rêbazên cuda tevkarî û alîkarî bê kirin, parlamentê biryareke bi vî rengî wergirtiye. 

BIRYAR JI ALIYÊ HEMÛ PARTIYAN VE HAT ERÊKIRIN

Aslan anî ziman ku ji bo ji nû ve avakirinê pêwîstî bi çi hebe, wê ew bê kirin û da zanîn, ku di çarçoveya biryarê de wê hikûmet bi sala nû re bernameyeke tevgera di vî warî de amade bike. Aslan ragihand ku di nava alîkariya bê kirin de wê malzemeyên teknîkî yên ji bo rakirina mayînên çeteyan çandine hebin û got, "Hkiûmeta Awûstûryayê, tevî vê yekê wê li qada mîmarî û endezyariyê jî, bi personelên xwe yên teknîkî û alîkariyan re wê tevkariyê li ji nû ve avakirinê bike. Ji alîkariya tibî heta gelek mijarê din, wê hewl bide di nav vî karî de cih bigire. Ji aliyê welatên tevlî têkoşîna çekdarî nabin ve, wergirtina biryarnameyên bi vî rengî, gelekî zehmet e. Min bi xwe biryarname amade kir û bi serokên partiyên din re parve kir. Dûre me bi serokên van partiyan re biryarname pêşkêşî parlamentê kir. Hemû partiyên li Parlamenta Awûstûryayê jî, biryarname li civata giştî erê kirin."

EV BIRYARNAME WÊ CANÊ ERDOGAN GELEKÎ BIÊŞÎNE

Aslan da xuyakirin ku biryara hatiye girtin dîrokî ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di vê dema krîzê de, wergirtina biryareke li ser polîtîkaya derve bi yek dengî, karekî gelekî zehmet e. Wergirtina biryareke bi vî rengî ji aliyê welatekî li derveyî herêmê, gelekî watedar e. Ev biryar wê canê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan gelekî biêşîne. Ji ber ku, ji Merkelê heta hemû lîderên din ên welatên Ewropayê, li hemberî nêzîkatiya 'em pere bidin we, hûn li şûna me penaberan di nava sînorên xwe de rabigirin', ev yek opsiyonek e, alternatîfek e. Yên naxwazin yekser pere bixe nava destên Erdogan, dikarin alîkariyê bi bajarên Kurdan bikin. Bi vê biryarê re me xwest nîşan bidin ku ev alîkarî jî alternatîfek e."

EV BIRYAR JI BO MIROVÊN LI SER NAVÊ MIROVAHIYÊ ŞER DIKIN, HAT GIRTIN

Aslan da xuyakirin ku divê ev biryar ji bo welatên din ên Yekîtiya Ewropayê bibe mînak û ev yek destnîşan kir: "Ev biryara alîkariyê dibe ku birînên wan yekser nepêçe, lê belê wê hêviyê bide wan. Wê hêviyê bide wan ku ew ne bi tenê ne, nehatine ji bîr kirin. Ev biryar vê peyamê dide wan; 'We bi lehengî, bi egîdî li ser navê mirovahiyê li dijî DAIŞ'ê şer kirin. Me we ji bîr nekirine, hûn hînê di bîra me de ne. Ji bo ji nû ve avakirina bajarekî em bi we re ne'. Dîplomasiya me ya di vî warî de wê dewam bike.

Aslan diyar kir ku xwîn ewçend rijiya ye, êdî her mirov li cihekî îsyan dike û got, "Girîng e welatên Ewropayê ji dil vê yekê bibîne. Bila vê pirsgirêka ewlekariyê çareser bike. Pêwîste welatên Ewropayê, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a li ser navê mirovahiyê dimeşîne, teqdîr bike. Teqdîra herî bedew jî, piştî şer destekkirin û alîkariya azadkirina bajarê wan e. Bi vî rengî ancax dikare deyn bê dayîn."