Li Îtalyayê komkujiyên Gladyo û Dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, di salvegera qetilkirina 17 kesan ji aliyê Gladyo ve di 12'ê Kanûna 1969'an de, bi dehan saziyan çalakiyeke hevpar lidar xistin. Kurdistaniyên li vî bajarî dijîn jî, destek dan çalakiyê.

Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, di salvegera qetilkirina 17 kesan ji aliyê Gladyo ve di 12'ê Kanûna 1969'an de, bi dehan saziyan çalakiyeke hevpar lidar xistin. Kurdistaniyên li vî bajarî dijîn jî, destek dan çalakiyê.

Meşê ji Deriyê Venezîa yê li Mîlano destpê kir û tevî Kurdistaniyan bi qasî 50 sazî û komeleyên Îtalyanî destek dan. Meşê heta ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê dewam kir.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "1969 Îtalya, 2015 Tirkiye; Terorîzma Dewletê dewam dike" hat hilgirtin, alên PKK'ê hatin vekirin û dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Çalakgeran boyaxa sor li ber avahiya Konsolosxaneyê rijandin û bi meşaleyên xwe yên li vê derê vêxistin re, di serî de Tahîr Elçî hemû Kurdên ji aliyê Dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, bibîr anîn.

Di çalakiyê de tevî wêneyên Tahîr Elçî, wêneyên rojnamevanên hatin girtin Can Dundar û Erdem Gul jî hatin hilgirtin. Polîsên Îtalyayê jî li derdora çalakiyê tedbîrên tund ên ewlekariyê girtin.

Girseya gel piştî vê çalakiya xwe ya li ber Konsolosxaneyê, meşa xwe dewam kir û li qada kaniya 17 kes li ber wê, di sala 1969'an de ji aliyê Gladyo ve hatin qetilkirin, civiya.

Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin ku li Kurdistanê û gelek welatên cîhanê, komkujiyên ji ailyê dewletan ve tên kirin, dewam dikin.

Li ser navê welatparêzên Kurd Aysel Tekbaş li vir peyivî û da zanîn ku komkujiyên di sala 1969'an de hatin kirin, li Pirsûs û Enqereyê dewam kirine û got, "Ev komkujî bi destê dewletê hatine kirin. Em ê komkujiyên li me hatine kirin ji bîr nekin. Li ku derê dibe bila bibe, em ê her li ber xwe bidin."

Çalakiya ku bi qasî 5 hear kes beşdar bûn, bi danîna gulan li cihê komkujiya 12'ê Kanûna 1969'an bi dawî bû.

...