HDP'ê ji ber "qedexeya derketina derve" serî li DDB da
Beştaş a HDP'yî "qedexeya derketina derve" bir ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB). Beştaş diyar kir ku bi qedexeyan re Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî hatine binpêkirin.

Alîkara Hevserokên HDP'ê û Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê "qedexeya derketina derve" ya ku li dijî Destûra Bingehîn û Peymanên Navneteweyî ye, serlêdana şexsî li Dadgeha Destûra Bingehîn kir.
'63 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
Di serlêdanê de hat ragihandin ku "qedexeya derketina derve" ji 16'ê Tebaxê û pê ve li gelek deverên Bakurê Kurdistanê tê meşandin û da zanîn ku li 17 navçeyên şêniyên xwe 1,299,061 kes in, bi giştî 51 caran heta niha derketina derve hatiye qedexekirin. Beştaş diyar kir ku qedexeya herî demdirêj heta niha 14 rojan dewam kiriye û ji ber van qedexeyan 63 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Beştaş hişyarî da û destnîşan kir, ku heta "qedexeya derketina derve" di meriyetê de be, wê mafê jiyanê yê her mirovî bi xeteriyê re rû bi rû be û da zanîn, ku ev qedexe binpêkirina xalên 13., 15., 23 ên Dadgeha Destûra Bingehîn û binpêkirina xala 5. a 1. Protokola Zêdekirî ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Beştaş da xuyakirin ku ji ku ber hesasiyeta rewşê girîng e li ser vê serlêdana li dijî "qedexeya derketina derve" bi lezgînî biryar bê dayîn.
Beştaş ji bo pêşîgirtina li binpêkirina mafê jiyanê yê mirovan xwest, tavilê biryara tedbîrê ya li hemberî qedexeyan bê girtin.
DAXWAZ
Di serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin:
"Biryar were dayîn ku xalên 13., 15., 23 ên Dadgeha Destûra Bingehîn û binpêkirina xala 5. a 1. Protokola Zêdekirî ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin,
Li gorî xala 73. a Rêziknameya Navxweyî, daxwaza me ya wergirtina tedbîrê bê qebûlkirin,
li gorî xala 75. a Rêziknameya Navxweyî, serlêdana me bi lez bê nirxandin,
Lêçûn û mesrefên darizandin û parêzeran li ser aliyê dijber bê hiştin."