Parlamentera Iraqî ji hikûmetê xwest piştgiriyê bide PKK'ê
Parlamentera Koma Hevpeymana Niştimanî ya Parlamenta Iraqê Aliye Niseyif bal kişand ser tecrûbe û têkoşîna serketî ya PKK'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û bang li hikûmeta Iraqê kir, ku piştgiriyê bide PKK'ê.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 14 berfanbarê 2015, 11:02
Parlamentera Koma Hevpeymana Niştimanî ya Parlamenta Iraqê Aliye Niseyif bal kişand ser tecrûbe û têkoşîna serketî ya PKK'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û bang li hikûmeta Iraqê kir, ku piştgiriyê bide PKK'ê.
Parlamentera Iraqê Niseyif daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku gerîlayên PKK'ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de, hem li bajaran hem jî li çiyê xwedî tecrûbeyeke mezin e, lewma divê piştgiriya wan bê kirin.
Niseyif da zanîn ku her hewldanek li dijî DAIŞ'ê, li gorî berjewendiyên Iraqê ye û bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi gerîlayên PKK'ê re li dijî DAIŞ'ê tevbigere.
Niseyif her wiha diyar kir ku ragirtina navê PKK'ê di lîsteyên 'terorê' yên hin welatan de, karekî ne li cih e û hem ji hikûmeta Iraqê hem jî ji parlamentê xwest, pêşniyara destekkirina PKK'ê binirxîne.