Iraq: Ketina leşkerên Tirk li nava xaka welêt nayê qebûlkirin

Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm li Bexdayê bi Serokwezîr Haydar el Ebadî, serokê meclîsê Selîm el Cûbûrî û lîderên partiyên siyasî re hevdîtin kir.

Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm li Bexdayê bi Serokwezîr Haydar el Ebadî, serokê meclîsê Selîm el Cûbûrî û lîderên partiyên siyasî re hevdîtin kir.

Di civînê de, di serî de mijarên; qebûlnekirina hebûna leşkerên Tirk li nava xaka Iraqê û çareseriya nakokiyên navbera hikûmeta navendî û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de, bi giştî 14 mijar hatin nirxandin û zelalkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokkomariya Iraqê de hat gotin, "Desteka dewletekê ji bo Iraqê, pêwîste bi rêyên fermî û bi navbeynkariya peyamên bi hikûmetê re bê kirin. Bêyî lihevkirina bi hikûmeta Iraqê re ketina leşkerên Tirk li nava xaka welêt nayê qebûlkirin û divê li dijî vê rewşê bê derketin."