Damezrînerên PKK’ê li Den Haagê hatin bibîranîn
Ji rêberên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Den Haagê bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Ji rêberên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Den Haagê bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate ragihandin, li bajarê Den Haah ê Hollandayê bi çalakiyekî hate bibîranîn.
Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Çalakî bi deqîqeyek rêzgitinê destpê kir. Piştre di axaftinên ku ji aliyê beşdaran ve hat kirin de jiyan û têkoşîna siyasî ya Kaytan û Altan hate vegotin.
Li ser nave malbatên şehîdan Alî Cemal Yildiz, Nivîskar Mûsa Kaya û li ser nave Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê Şemsê Rengîn axivîn. Di navbera axaftinan de gelek caran dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate berzkirin.
Di bîranînê de helbesta “Ez mirov bûm” a Alî Haydar Kaytan hate xwendin. Beşdaran bi bêdengiyê guhê xwe dan helbestê û her wiha helbesta nivîskar Şemsettîn Ozer a ji bo şehîdan hate xwendin.
Di çalakiya bîranînê de sînevîzyona li ser çîroka jiyana Kaytan û Altûn û fealiyetên wan ên siyasî hate pêşandan.
Beşdaran di tevahiya bîranînê de peyama xwedîderketina li mîrateya şehîdan û meşandina têkoşîna wan da.