MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest

Partiya Komunîst a Maoist (MKP) ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku şehadeta wan hat ragihandin, sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest.

Komîteya Navendî ya MKP’ê daxuyaniyekî nivîskî weşand û kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û sersaxî ji netewe û tevgerê Kurd re xwest.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di erdnîgariya me de di têkoşîna li dijî zilma neteweyî ya çînên serwer ên neteweya Tirk de nirxên mezin hatin afirandin û destkeftiyên mezin hatin qezenckirin. Ev destkeftiyên ku Tevgera Neteweyî ya Kurd bi keda xwe bi dest xist, bi berdêla dayîna bedelên mezin hat îro. Hevrê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn di vê serboriyê de rolekî bingehîn lîstin. Çi di damezrandina tevgerê de be, ji di meşa wê de be, çi di anîna tevgerê heta roja îro de be rolên stratejîk lîstin. Di hemû mewziyên têkoşîna şoregerî de bê rawestan û dudilî cih girtin, emrê xwe fedayî vê têkoşînê kirin. Bi zanebûna ku jiyan bi berxwedanê wate qezenc dike, zindan û çiyayan ji faşîzmê re teng kirin, li her qada ku lê bûn veguherandin kela têkoşînê. Û wekî şervan, fermandar, pêşeng û rêberên nebez ên van kelayan pêşiya têkoşînê vekirin.

Partiya me wê ev ked û hewldanê wê tu car ji bîr neke, di her mewziya têkoşînê de bîranîn û kedên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bidin jiyîn.

Gelê Kurd, kedkar, bindest, şoreşger û komunîstan wê wan ji bîr nekin, ala serhildanê ku ew bilind kirine bigihînin serkeftinê û hesab ji dewleta Tirk a faşîst bipirsin.

Em bejna xwe li ber bîranîna hevrê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ditewînin, di şexsê wan de li hemû şehîdên şoreş û sosyalîzmê bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna wan di her kêliya têkoşîna xwe ya şoreşgerî de bidin jiyîn.”