Hêzên Dewletê, Class Otel ji xwe re kirin biryargeh!
Li Amedê, êrîşên hêzên dewletê û berxwedana gel dewam dike. Polîs li ser avahiyên bilind ên li bajêr bi cih bûne û bi çekên giran êrîşî taxên nikarin bikevin navê dikin.

"Qedexeya derketina derve" ya li Sûrê, ku cara 6. di 11'ê Kanûnê de ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat îlankirin, di roja çaremîn de ye.
Polîsan di êrîşên li gelek navendan de heta niha gelek dibistan, kargeh, avahî û mal ji xwe re kiribûn biryargeh ve carê jî otel kirin biryargeh. Otela bi navê Class ya li ser kolana Gazî ya Sûrê ji 8 qatan pêk tê û polîsan qata herî jor ji xwe re kiriye biryargeh û ji vir êrîşan dibe bi ser taxên Savaş, Hasirli, Dabanoglu û Fatîhpaşa. Polîsên ku li qata jor bi cih bûne bi çekên wekî kanas, bombeavêj û gelek çekên giran bi kar tînin.
Xebatkarê otelê yê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku polîs dema qedexe tê îlankirin bi zorê dikevin hundirê otelê û wiha got: "Dema ku qedexe tên îlankirin bi zorê tên dikevin hundirê otelê. Me ji bo ku neyên hundirê otelê ceyrana deriyê otelê qut kir lê ewan derî şikandin û bi zorê ketin hundir."
Xebatkarê otelê destnîşan kir ku polîsan êrîşî hevalên wî kiriye û wiha axivî: "Dema qedexeya 5. hat îlankirin polîs careke din hatin otelê û xwestin ji jor êrîşan bikin. Hevalekî me jî bertek nîşanî polîsan da û xwest ku polîs ji hundirê otelê derkevin. Piştre polîsekî tîmen taybet, bi qontaxa çekê li sînga wî da û ew birîndar kir û got 'Em destûrê ji kesî nastînin.' Em naxwazin ku polîs di kargeha me de be. Ji ber ku polîs di otelê de ne û qedexe heye xwediyê otelê neçarî 75 kes ji kar derxist." Xebatkare otelê anî ziman ku xwediyê otelê ji bo ku otel ji aliyê polîsan neyê bikaranîn serî li Walîtiya Amedê daye lê walîtiyê bersiv nedaye serlêdanê.