Li gorî rapora firotina çekan a 2014'an a Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI), li gelemperiya cîhanê firotina çekan kêm bû. Lê li nava şîrketên Rûs, Elman û Tirk de qat bi qat zêde bû.
Li gorî raporê, di sala 2014'an de şîrketên çekan bi 401 mîlyar dolarî çek firotin. Ev firotin nîşan dide, ku li gorî sala 2013'an bi rêjeya ji sedî 1,5'an firotina çekan kêm bûye.
Di rapora SIPRI de zêdebûna firotina çekan di nava şîrketên çekan ên Rûs de balê dikişîne. Li gorî vê yekê, hilberînerên eçkan ên Rûs, li gorî sala 2013'an ji sedî 48 firotineke zêde kirin.
Di nava 100 şîrketên herî zêde çekan difiroşin de di rêzên destpêkê de Lockheed Martîn û Boeîng ên Amerîkî, di rêza sêyemîn de jî şîrketa BAE Systems a Îngilîz hene. Şîrketa Lockheed Martîn bi 37,5 mîlyar dolarî, Boeîng bi 28,3 mîlyar dolarî û BAE Systems jî bi 25,7 mîlyar dolarî çek firotin. Saziya hevpar a welatên Ewropayê EADS jî bi firotina ji 14,5 mîlyar dolarî re di rêza heftemîn de cih girt.
TIRK Û ELMANAN HILBERÎNA ÇEKAN ZÊDE KIRIN
Li gorî rapora SIPRI, tevî ku li gelemperiya cîhanê kêm bûye jî, hilberîna çekan a li Elmanya û Tirkiyeyê zêde bûye. Li gelemperiya Ewropayê firotina çekan ji sedî 7,2 kêm kir. Lê belê zêdebûna hilberînên şîrketên Elmanya Rheinmetall, TyhssenKrupp û Krauss-Maffei Wegmann, balê dikişîne.
Li Tirkiyeyê jî, şerê li dijî Kurdan bandora xwe li hilberîna çekan kir. Aselsan cara yekemîn cihê xwe di rêza 73. de girt. Hilberînerê çekan ê navê Turk Havacilik ve Uzay Sanayîî A.Ş. (TUSAŞ) di rêza 89. de cih girt.
Di raporê de hat ragihandin ku firotina çekan ji aliyê Aselsanê ve di navbera salên 2005-2015'an de bi 3 qatan, firotina çekan a TUSAŞ'ê jî bi 11 qatan zêde bûye. Di raporê de hat destnîşankirin, ku sedema vê yekê jî 'daxwaza bazara navxweyî' ye.